Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Şervanê YPG’ê Çelîk bi tevlîbûna dehezaran kesî hat definkirin

Şervanê YPG’ê Çelîk bi tevlîbûna dehezaran kesî hat definkirin

Ji sê şervanên YPG’ê Sertîp Çelîk (Serxwebûn Amed) ku li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Amedê ji aliyê dehezaran ve hate definkirin.

Şervanên YPG-YPJ’ê Sertîp Çelîk (Serxwebûn Amed), Aydin Îbrahimoglu (Çekdar Amed) û Jiyan Zengeralp (Zîn Gulbahar) li Amedê hatin definkirin.

Cenazeyê Sertîp Çelîk li Goristana Yenîkoy a Amedê bi tevlîbûna dehezaran kesî definkirin.

Di merasîma cenazeyê de çeteyên DAIŞ’ê hatin lanetkirin û bênavber dirûşm hatin berzkirin.

Piştî axaftinên hatin kirin, Çelîk li gel hevalên xwe yên ku berê di parastina Rojava de jiyana xwe ji dest dabûn hat definkirin.

Her wiha cenazeya Aydin Îbrahîmoglu jî rê kirin gundê Canqetran ê navçeya Peyas a Amedê. 

Cenazeyê şervana YPJ’ê Jiyan Zengeralp jî wê li gundê Merîkê bê definkirin.

Şervanê YPG’ê Çelîk bi tevlibûn dehezaran kesî hat definkirin.