Serokê Pentagonê: Ciwan ji bo ku beşdarî artêşê bibin yan gelekî qelew in’ yan jî ‘ehmeq in’

Wezîrê Parastina DYE’yê Pete Hegseth diyar kir ku gelek ciwanên Emerîkî ji bo ku beşdarî artêşê bibin yan ‘gelekî qelew in’ yan jî ‘ehmeq in.’

Wezîrê Parastina DYE’yê Pete Hegseth roja Pêncşemê di forûmeke standina leşkeran a li Pentagonê de axivî.

Şefê Pentagonê da zanîn ku îsal ji bo tevlîbûna artêşa Emerîkayê gelek serlêdan hene û destpêkeke erênî kir.

Pete Hegseth diyar kir ku gelek ciwanên Emerîkî ji bo ku beşdarî artêşê bibin yan gelekî qelew in yan jî ehmeq in û got: ‘’Ez dizanim ku peydakirina hêmanên sereke ne hêsan e.’’

Hegseth piştre got ku ‘ne ehmeq, ev şaş e’ û ev yek anîn ziman: ‘’Lê belê hûn dizanin ku perwerdeyeke baş nestandine, qeydiya wan sabiqayê heye yan jî ezebkêşên nexweşiya ADHD’yê  ‘’Attenion Deficit Hyperactivity Dicosder’’ ( Nexweşiya nebaldarbûn û xirabûna hîperaktîvîteyê) ne.’’

Piştî van gotinan Hegseth spasiyên xwe li erkdarên amade yên standina leşkeran kir. 

Hegseth bang kir ku pîşeya leşkeriyê cazibtir bikin û leşkeran weke zarokên xwe bibînin û got: ‘’Baş e ku hûn van hêmanan hemûyan ji holê radikin.’’

Cara yekem e ku Hegseth rewşa fîzîkî ya leşkeran rexne dike. Wezîrê berbehs di meha Îlonê de gazindên xwe kiribûn ku hejmara ‘’leşkerên obez’’ û ‘’generalên obez’’ gelekî zêde ye. Hegseth diyar kir ku divê vegerin ser ‘’stanadartên mêraniyê yên herî astbilind’’ û bi gotina ‘’Ji ber ku ev pîşe meseleyeke mirin û jiyînê ye’’ sedema wê nîşan dabû.