Serokê MHP’a Amedê hewil da ruşwetê bide rojnamevanan

Serokê MHP’a Amedê hewil da ruşwetê bide rojnamevanan

Serokê MHP’a Amedê Tayyar Karakoç têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd îro li avahiya MHP’ê ya Amedê civînek ya çapemeniyê li darxist.

Karakoç di civîna çapemeniyê de îdia kir ku, tiştek wek pirsgirêka Kurd tuneye, bûyerê sunî dikin rojev û Heyeta Aqilmendan jî sûcdar kir.

DI NAVA ZERFÊ DE RUŞWETA 50 TL’YÎ AVÊT BER ROJNAMEVANAN

Piştî civîna çapemeniyê zerfekî ku teksta daxuyaniya çapemeniyê û di nav de jî 50 TL heyî da xebatkarên çapemeniyê.

Rojnamevanên ku dema dîtin pere di zerf de heye, bertek nîşan dan, zerfê pere di nav de li serokê bajar vegerandin û avahiya MHP’ê terk kirin.

Rêxistina rojnamevanên Amedê ji bo bertekê nîşanî vê nêzîkatiya Serokê MHP’ê yê bajar bidin ragihad ku, dê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.