Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çûyîna Îmraliyê bi hinceta "rewşa nebaş a hewayê" hat redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo sibê biçin Girtîgeha Tîpa F ya Bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê belê careke din bersiveke neyînî girtin. Bi hinceta "rewşa nebaş a hewayê" çûyîna parêzeran a Îmraliyê hat redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an ve bi hincetên cûrbecûr destûrê nabînin biçin Girava Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin.