Serlêdana parêzeran dîsa hat redkirin

Serlêdana parêzeran dîsa hat redkirin

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina heftane ya asayî ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an de pêk nayê dîsa bi hînceta "rewşa hewayê" hat redkirin.

Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Serbay Koklu, ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdana parêzeran  bi hinceta "rewşa hewayê nebaşe" hat redkirin.

Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an çûbûn Îmraliyê. Piştî wê heta niha hemû serlêdanên parêzeran bi sedemên cuda hatin redkirin. Parêzerên Ocalan 2 salan zêdertire nikarin biçim Îmraliyê. Her tim bi hinceta keştî xerabe ye, rewşa hewayê nebaş e û destûra fermî ye çûna parêzeran tê astengkirin.