Serêkaniyê ji bo gelê Efrînê meşiya
Serêkaniyê ji bo gelê Efrînê meşiya
Serêkaniyê ji bo gelê Efrînê meşiya
Bi armanca şermezarkirina embargoya komên çekdar yên Artêşa Azad li ser herêma Efrînê û piştgiriya Desteya Bilind a Kurd, bi beşdariya Meclîsa Gelê Rojava û Encûmana Niştimanî a Kurdî li Sûriyê, gelê Serêkaniyê xwepêşandaneke girseyî lidar xist.
Xwepêşandana ku gelek nûnerên partiyên siyasî jî beşdar bûn li pêşiya Mala Gel a Serêkaniyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir, piştre girseya gel ber bi Meydana Azadî ve meşiyan. Di xwepêşandanê de siloganên piştgirya Desteya Bilind a Kurd hatin avêtin û berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li Efrînê û li tevayî Rojavayê Kurdistanê hate silav kirin. Her wiha di meşê de alên Kurdî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên piştgiriya bi gelê Efrînê re hatin hildan.
Li Meydana Azadî , endamê Meclîsa herêmê ya ENKS, Mihemed Salih Etiya ji girseya gel re axivî, Etiya bal kişand ser girîngiya çalakkirina Desteya Bilind a Kurd û berxwedam (YPG) li Efrînê jî silav kir.
Bi navê Mevlîsa Gelê Rojava, Xelîl Osman axivî û diyar kir ku ji bo geşedayînên li Efrînê berpirsyariyeke dîrokî dikeve ser mil Desteya Bilind a Kurd.
Osman diyar kir ku ew wek MGR girêdayî biryarên hevpeymana Hewlêrê ne, lê hin aliyên di nav (ENKS), xebatên Desteya Bilind a Kurd asteng dikin.
Xwepêşandan bi siloganên piştgirya Desteya Bilind a Kurd û berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li Efrînê û li tevayî Rojavayê Kurdistanê bi dawî bû.
Hêzên Asayişa giştî û ya jinan jî ji bo ewlekariyê li qada xwepêşandanê amade bûn.