Serdegirtina leşkeran a Konê Çareseriyê hat şermezarkirin
Serdegirtina leşkeran a Konê Çareseriyê hat şermezarkirin
Serdegirtina leşkeran a Konê Çareseriyê hat şermezarkirin
Bi sedan welatiyan, serdegirtina leşkeran a li dijî Konê Çareseriyê ku di pêşengiya DOKHê de ji bo çavdêrî û şopandina pêvajoyê û vekişîna gerîlayên HPG'ê li Gundikê Melê hatibû vedan, bi meşekê şermezar kirin. Endama Meclisa BDP'ê Rabia Tekas, diyar kir ku dê çalakiya kon heta 20'ê mehê dewam bikin.
Bi pêşengiya Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH)'ê ji bo şopandina pêvajoyê û vekişîna gerîlayên HPG'ê li Gundikê Melê yê Şirnexê Konê Çareseriya Demokratîk hatibû vedan. Pêr leşkeran bi fermana Dozgerê Komarê bi ser konê çareseriyê de girt. Leşkerên girêdayî Tabûra Neteweyî ya Şirnexê di serdegirtina kon de al, pankart, dowîz û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan desteser kiribûn. Di saetên serê sibê de ji Şirnex û navçeyên derdorê bi sedan welatiyên hatin Gundikê Melê li ber kon kom bûn û çalakî pêk anîn. Welatiyan li şûna al û posterên ku leşkeran desteser kiribûn, Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengenên PKK'ê Mahsun Korkmaz (Agit) û ala Konfederalizma Demoratîk daliqandin. Bi sedan kes li ber stranên hunermendan govend gerandin. Girseya ku li qadê kom bû, daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê girseyê Endama Meclisa BDP'ê Rabia Tekas, diyar kir ku dê çalakiya kon heta 20'ê mehê berdewam bikin. Tekas, anî ziman ku dewleta Tirk heta niha ti gavên çareseriyê neavêtiye û provokasyonan peş dixe. Tekas anî ziman ku wekî gelê Botanê ji bo pêvajo bi ser bikeve dê heta dawî li pêvajoyê xwedî derkevin û destûr nedin van lîstikan. Çalakî bi siloganan bi dawî bû.