Serdegirtin hatin şermezarkirin
Serdegirtin hatin şermezarkirin
Serdegirtin hatin şermezarkirin
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Elbakê serdegirtinên malan ên navçeyê şermezar kirin û binçavkirina 10 kesan protesto kirin.
Li navçeya Elbak a Wanê Hevserokê DBP’ê yê navçeyê Senar Yeşîlirmak, Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Dervîş Polat, Hevşaredara Navçeyê Aynur Tarhan, rêveberên HDP û DBP’ê, endamên meclîsê, nûnerên DOKH, MEYA-DER, Kurdî Derê jî di nav de gelek kesan binçavkirinên demên dawî protesto kirin.
Meş bi dirûşmeyan heta navenda navçeyê dewam kir û li ser navê girseyê Serokê DBP’'ê yê Navçeyê Yeşîlirmak axivî û got ku ev serdegirtin nayên qebûlkirin û helwesta hikûmeta AKP’ê şermezar kir. Yeşîlirmak da zanîn ku divê kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan û dawî li zextan bê.