Serdanên konê sersaxiyê yên gêrîlayên HPG’ê didomin

Serdanên konê sersaxiyê yên gêrîlayên HPG’ê didomin

Li Êlihê ji bo 3 gêrîlayên HPG'ê yên jin ku di sala 2012'an de li navçeya Dihê ya Sêrtê di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn û duh li warên xwe hatin definkirin, konê sersaxiyê hate vedan.

Li Êlihê ji bo 3 gêrîlayên HPG'ê yên jin ku di sala 2012'an de li navçeya Dihê ya Sêrtê di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn û duh li warên xwe hatin definkirin, konê sersaxiyê hate vedan. Konê ji bo gêrîla Ceylan Geldi(Gulbihar Bagok), Fatma Başak (Raperîn Batman) û Ednan Kandemîr (Hêja Kela Memê) hatiye vedan rastî eleqeya gel tê.

Ji bo gêrîla Geldî û gêrîlayê PKK'ê Kandemir li taxa Petrolê, ji bo gêrîla Başak li taxa Hîlalê konên sersaxiyê hatin vedan. Rêveberên giştî yên rêxistina BDP'ê yê navçeya Sêrtê Mehmet Ata Înan, wekilê Şardarê Sêrtê Bayram Kaçar, Şaredarê Dihê Melîh Oktay, Şardarê Misircê Necat Yilmaz, rêveberên BDP'ê, Dayîkên Aşitiyê, MKM, ÎHD, MEYADER, TUHADDER, rêveberên STK û bi girseyek qelebalix çûn serdana konê sersaxiyê û ji malbatên wan re sersaxi xwestin.