Serdanên 'Konê Çareseriyê' didomin

Serdanên 'Konê Çareseriyê' didomin

Li Payîzava ya Wanê "Konê Çareseriyê" yê ji bo şopandina vekişîna gerîllayan bi pêşengiya DOKH û Meclîsa Jinan a BDP'ê ve hatiye vedan, ji aliyê gundiyên derdor ve rastî eleqeyeke mezin tê.

Konên Çareseriyê ku li herêmê ji bo şopandina vekişîna gerîllayan tên vedan rastî eleqeyeke mezin tên. Li Payîzava ya Wanê ji aliyê DOKH û Meclîsa Jinan a BDP'ê ve li cem pira Kroma a li herema Nordiz-Merwana hatiye vedan jî bi heman rengî rastî eleqeya welatiyan tê. Rêxistinên BDP'ê yên Artemêt, Elbat, endamên Meclîsa Şaredariya Wanê, endamên HDK'ê, Dayikên Aştiyê, gundiyên Şîvreşê û gelek kesên din jî tevlî nobeta konê çareseriyê bûn. Alîkarê Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Azîm Yacan ku li vir axaftinek kir bal kişand ser pêvajoya vekişîna gerîllayan û da zanîn ku ji bo tu provokasyon rû nedin wan ev kon vedan e. Yacan di berdewama axaftina xwe got, "Me jî ji ber vê sedemê konê xwe li vir veda. Em ê hewl bidin ku di dema vekişînê de rê li ber provokasyon û mudaxaleyên muxtemel bigirin." Piştî axafina Yacan girseyê dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "PKK gel e, gel li vir e" û "Bê Serok jiyan nabe" meşiyan.

Di kon de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlla Evîn Abî (Newal Gewda) ku di şerekî li hemberî artêşa Tirk de  jiyana xwe ji dest dabû hatin daliqandin.