Serdanên Konê Çareseriyê berdewam dikin
Serdanên Konê Çareseriyê berdewam dikin
Serdanên Konê Çareseriyê berdewam dikin
Serdan û çalakiyên li konê nobedariyê yên li Dêrsîm, Şirnex, Wan û Colemêrgê hatine vedan dewam dikin.
Serdan û çalakiyên li konê nobedariyê ya ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk ve ji bo şopandina meşa demokratîk ya gêrîlayên HPG’ê li Dêrsîmê hatiye vedan didome. Di çerçoveya serdanan de koma Muzîkê ya ji Amerîkayê çû Dêrsîmê konê ziyaret kir û piştgiriya xwe anî ziman.
Konê li nêzî pira Kromê ya navça Payizavaya Wanê hatiye vedan jî ji aliyê aktîvîstên tevgera Jinên Azad û Demokratîk û gelek nûnerên rêxistinên saziyên sivîl ve hat ziyaret kirin. Dîsa Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Esat Canan û heyeta BDP’ê konê nobedariyê ya li navça Şemzînana Colemêrgê hatiye vedan ziyaret kirin. Di serdanê de Parlementerê BDP’ê Esat Canan axaftinek kir û da zanîn ku, ji niha û şûnde ew dê têkoşîna xwe hê bilindtir bikin.