Serdanên ji bo "Konê Çareseriyê" yê li Şemzînanê

Serdanên ji bo "Konê Çareseriyê" yê li Şemzînanê

Serdanên ji bo "Konê Çareseriyê" yê li navçeya Colemêrg Şemzînanê hatiye vedan, dewam dikin.

Çalakiya "Konê Çareseriyê" yê li nêzî Kaniya Bermêş a li pêşberî Çiyayê Goman ê li gundê Şemzînan Şapatanê ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve hatiye vedan, dewam dike. Di vê çarçoveyê de wê aktîvîstên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê mehekê nobedê bigirin. Nobeda ji aliyê Dayikên Aştiyê ve tê girtin, li gel rêveberên BDP'ê yên Şemzînanê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, li serdana girseyeke qelebalix rast hat. Helbestvan Seydayê Xelatê Mele Seîd ê ji navçeya Bêdlis Xelatê hat serdana konê çareseriyê xwest, gelê Kurd xwedî li pêvajoya aştiyê derkeve û destnîşan kir, ku Kurd ji her demê zêdetir nêzî aştiyê ne.  Helbestvan Mele Seîd dûre helbesteke xwe xwend û li pêwendiyeke mezin rast hat. Her weha beşdarên konê çareseriyê, dîwana dengbêjan danÎn û heta derengiya şevê klam gotin.

"EM AZADIYA RÊBER APO DIXWZIN"

Serokê Odeya Sanatkar Û Esnafan a Şemzînanê Mûharrem Tekîn li vir axaftinek kir û destnîşan kir ku ew ji ber xwedî derketina l konê çareseriyê, serbilind in. Tekîn got, "Me nobeda îşev, weke dikandaran dewir girtin. Bi pêşketina pêvajoyê re, hêviya aştiyê li nava gelê herêmê zêde bûye. Lê belê, ew pevçûna çend roj berê li Roboskî rû da, hinekî hêviyên me şikand. Em hêvîdarin ji niha û pê ve pirsgirêk rû nedin û pêvajo bi selametî bi pêş ve biçe. Em weke gelê Şemzînanê dixwazin Rêber Apo azad be."

"BILA ÊDÎ DEWLET GAVAN BIAVÊJE"

Xuşka gerîlayê HPG'ê Tayyîp Avci yê di sala 1984'an de ji gundê Şapatanê tevlî refên gerîla bû, Şukriya Opengîn jî xwest, êdî xwîn û hêstrên çavan nerijin. Opengîn destnîşan kir, ku ji bo pêvajo bimeşe, pêwîste Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.