Seranserê sînor qada çalakiyê ye

Seranserê sînor qada çalakiyê ye

Bi hezaran kesên nerazîbûnê nîşanî êrîşên DAIŞ'ê û bêdengiya Tirkiyeyê didin, çalakiyên xwe yên li ser sînorê Pirsûs-Kobanê mezin dikin. Li gundê Elîzêr ê Pirsûsê bi hezaran kesî zincîra ji mirovan çêkirin, yên li gundê Dewşenê hatin cem hev jî ber bi sînor ve meşiyan.

Bi hezaran kesên bi rojan e li ser sînor ji bo Kobanê nobedê digirin, meşiyan û zincîra ji mirovan çêkirin.

Bi hezaran kesên li gundê Elîzêr a Pirsûsê hatin cem hev, li seranserê sînor ketin rêzê. Girseya gel a li gundê Dewşenê civiya jî, ku di nav de parlamenter Aysel Tûglûk, Îbrahîm Ayhan û Gulser Yildirim jî hebû, ber bi sînor ve meşiya.

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku du roj in topên hawanê yên DAIŞ'ê li gundên Pirsûsê dikevin û ev xal destnîşan kir:

DEMA MIJAR KURD BE...

"Eger li her du aliyan ji bilî gelê kurd gelekî din hebûya û rastî bombeyan bihata, Serokwezîr Erdogan û hikûmeta AKP'ê wê seferberî îlan kiriba û rêgezên angajmanê xistiban dewreyê. Lê dema mijar dibe Kurd ti rêgez nayên bikaranîn. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo em ji vir biçin bombeyên hawanê diavêjin me. Gelê Kobanê bi hêza xwe ya cewherî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên bi piştgiriya gelek welatên cihanê, berxwedana xwe didomîne. Dewlata Tirk hînê tank û topên ji çeteyên DAIŞ'ê re şandin, vedişêre."

Yildirim nerazîbûn nîşanî rayedarên hikûmetê yên der barê Parlementera Wanê Aysel Tûglûk de ku kevirî avêtibû leşkeran jî da û wiha axivî: "Di dema êrîşa polîsan de kevir avêtina Tûglûk mezin kirin û ji bo sînor pênaseya 'namûsê' dikin. Sînorê hûn jê re dibêjin namûs du roj in ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tê bombebarankirin. Li gel dehan welatiyan leşkerekî we jî birîndar bû. Malên gundan hatin hilweşandin. Eger sînor namûs be, fermo vaye çeteyên DAIŞ'ê sînor binpê dike."

LI ELÎZÊR ZINCÎRA JI MIROVAN

Bi sedan kesên li gundê Elîzêr ê li rojhilatê Pirsûsê ne zincîra ji mirovan çêkirin û dirûşma "Bijî berxwedana YPG'ê" û "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin. Piştî çalakiya zincîrê, mirov li cem hev rêz bûn û gotina "YPG" nivîsandin.zincir mirov li cem hev rêz bûn û YPG nivîsandan.

Li navçeya ku esnafan derabeyên dikanên xwe venekirine bi wesayîtên ku dibînin ve diherikin ser sînor. Li derketina Pirsûsê , li ser rêya Deriyê Sînor ê Kobanê polîs û leşkerên nuqteya lêgerînê danîn  bi hinceta "ev rê girtiye" wesayîtan paşve vedigerînin. Bi hezaran kesên ji navenda navçeyê bi rêya Akçekale û Bêrecûkê dixwazin biçin ser sînor di ketina gundê Etmanîkê ji aliyê polîs û leşkeran vê tên rawestandin. Welatiyên ku wesayîtên di rê de dihêlin ji zeviyan ber bi gundê Etmanîka Jor ve dimeşin. 

LI HER DERÊ ASTENGÎ

Li bajarokê Alîgorê yê Pirsûsê jî welatiyên dixwazin piştgiriyê bidin berxwedana sînor ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin. Destûrê nadin gel derbasî Pirsûsê bibin, li aliyê din welatiyên ku ji Tirkiye û bajarên Kurdistanê tên jî di derketina bajarên ku jê tên de ji aliyê polîsan ve tên astengkirin.