Şer li Şengal-Cezaa û Rebîa belav dibe
Şer li Şengal-Cezaa û Rebîa belav dibe
Şer li Şengal-Cezaa û Rebîa belav dibe
Şerê li herêma Kobanê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê yên destekeke mezin ji welatên Kendavê û Tirkiyeyê werdigirin, bi hêzeke mezin êrîşî xeta Cezaa-Şengalê dikin. Tê gotin ku armanc bi temamî dorpêçkirin û têkbirina Rojava ye.
Êrîşa giran a çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kantona Kobanê û berxwedana li dijî vê êrîşê, ku di 15'ê ÎLonê de destpê kir ev 2 hefte ne dewam dike.
Şervanên YPG û YPJ'ê li dijî tankên Tirk û Sûriyeyê, fuzeyên Mîlan ên Elman-Fransayî, fuzeyên Grad ên Rûs, top, hawan û çekên giran ên di destê DAIŞ'ê de, bi çekên ferdî berxwedaneke mezin nîşan didin.
Di demeke ku bal li ser Kobanê ye de, li hemberî herêma Şengalê ya piştî dagirkeriya DAIŞ'ê ya 3'ê Tebaxê bi sed hezaran kes neçar man cih û warên xwe biterikînin, di rojên dawî de êrîşên mezin tên kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, çeteyên DAIŞ'ê hêzeke mezin herikandiye herêma ji Rebîa ya Mûsilê heta Şengal û Cezaa ya Rojavayê Kurdistanê. Êrîş bi hemwextî di êvara 26'ê Îlonê de destpê kirin.
Êrîşên roja destpêkê ji sê baskan ve li hemberî bajarokê Rebîa hat kirin, bi bersiva şervanên YPG'ê re hatin pûçkirin. Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê li vê herêmê windahiyên giran dane û ji gelek qadan hatine derxistin.
Di şeva 26'ê Îlonê de ji gundê Sinûnê heta gundê Dugura yên Şengalê, pêleke êrîşan destpê kir. Bi berxwedana hevpar a YPG, HPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê re bersiv ji çeteyan re hat dayîn.
Çeteyên ku êrîşî korîdora însanî ya Rojava-Şengalê kirin ku bi deh hezaran mirov piştî dagirkirina Şengalê ji aliyê YPG'ê ve jê hatibûn rizgarkirin. Ev çar roj in ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şerekî giran tê jiyîn.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê di 29'ê Îlonê roja Duşemê de daxuyaniyek dabû û ji bo armanca êrîşên ji 26'ê Îlonê û vir ve dewam dike de gotibû, "Armanca vê êrîşê, qutkirina korîdora alîkariya însanî ya diçe Şengalê û dorpêçkirina bajarê Şengalê ye. Dixwazin vê tevgera komkujiyê ya di 3'ê Tebaxê de dan destpêkirin, temam bikin." Hatibû ragihandin ku di şerê di navbera 26-28'ê Îlonê de 58 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Di şer de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Tê zanîn ku êrîşên li xeta Cezaa-Şengalê bi hêzeke mezin û bi çekên giran tên kirin. Şer di şeva 29-30'ê Îlonê de jî dewam kir.
Li Cezaayê YPG, li Şengalê jî HPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê li dijî van êrîşên dorpêçkirina Rojava, bi tundî bersivê didin.
Koalîsyona navneteweyî ya ku bi dehan welat di nav de cih digirin, li hemberî êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê heta niha neketiye nava çalakiyeke xwedî bandor. Li gel vê yekê hêzên Başûrê Kurdistanê li pêşberî êrîşên li dijî Şengalê di rewşa 'temaşevan' de ye û ev yek jî rê li ber nerazîbûnan vedike.