Şengalî: Eger tiştek bê serê gerîlayekî-e me, vekişîn wê rawest e

Şengalî: Eger tiştek bê serê gerîlayekî-e me, vekişîn wê rawest e

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî, di pêvajoya vekişîna gerîlayên HPG'ê de bal kişand ser liv û tevgera leşkerî û got, "Eger tiştek bi serê gerîlayekî-e me were, wê pêvajoya vekişînê di cih de rawest e."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî ji Rûdawê re axivî û bal kişand ser xeterî û astengiyên derdikevin pêşiya pêvajoya vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê. Şengalî diyar kir, ku pêvajoya vekişînê dewam dike, lê hînê ne diyar e kengî biqede û got, "Gerîlayên me li Erzîrom, Dêrsim, Derya Reş û Amanosan belav bûne. Heta ji wir bigihêjin vir, dem jê re divê."

Zekî Şengalî hukûmeta Tirkiyê rexne kir ku heta niha bersiv nedaye gavên tevgera azadiyê ya Kurdisatnê û weha peyivî: “Tirkiyeyê di pratîkê de ti gav neavêtiye, tenê axaftin heye. Ew dibêjin em dixwazin pirsa kurd bê çareserkirin û emê gavan biavêjin, lê çi gav û çawa? Niha jî carnan sînor topbaran dikin, bizava leşkerî heye, Tirkiye bi rojane firokeyên sîxurî li ser herêma Medya dizivirîne. Em dixwazin dewlet gotinên xwe bicih bîne, ji ber ku yekalî aştî dirust nabe û pêwist e dewlet jî gavan biavêje heta aştî pêk were.”

Şengalî da xuyakirin ku li gel hemû hewldanên astenkirinê jî, girîng e heta niha di dema vekişînê de ti gerîla û leşkeran jiyana xwe ji dest nedane. Şengalî di vê mijarê de hişyarî li dewleta Tirk kir û got, “Eger bi tesadufî be jî gerîlayek şehîd bibe, emê pêvajoya vekişînê rawestînin.” 

“1000 km2 di jêr kontrola me de ne” 

Şengalî di axaftina xwe de diyar kir, bi qasî 2 hezar geîla di nava axa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de ne û got: “Gerîllayên me heta nêzîkî Deryaya Reş çûne, dora 1000 kîlometreyên çargoşe (km2) ji axa Tirkiyeyê di jêr kontrola me de ne.”

Zekî Şengalî dûr dibîne ku vekêşana wan du hezar gerîllayan ji bo Qendîlê pirsgirêkên cîh û diravî ji wan re dirust bike û got: “Sîstema me heye û rêxistinên partiya me di rewşên pirr nexweş de têkoşiyane. Bawer nakim ti pirsgirêk derkevin."