Semsûriyan li Parîsê komîsyonên hilbijartinê ava kirin
Semsûriyan li Parîsê komîsyonên hilbijartinê ava kirin
Semsûriyan li Parîsê komîsyonên hilbijartinê ava kirin
Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re Semsûriyên li paytexta Fransa Parîsê dijîn, komîsyonên hilbijartinê ava kirin û dest bi xebatên hilbijartinê kirin.
Gelek Semsûriyên li Komeleya Çanda Kurd a Villers Le Bel hatin cem hev, li dû nîqaşên ji bo destekkirina BDP'ê, komîteyek hilbijartinê ya ji 9 kesan ava kir. Semsûriyan dan xuyakirin ku ewê xwe bigihînin hemû Semsûriyên li Parîsê û destekê bidin BDP'ê. Semsûriyan diyar kirin ku ewê di hilblijartinên herêmî de bixebitin.
Li gorî plansaziya hat avakirin, dê ji bo hilbijartinên herêmî li her qadên Parîsê civîn werin lidarxistin û ji bo destekkirina xebatên hilbijartinê şeveke mezin were organîzekirin.