Semsûriyan jî ji hikûmetê re gotin ‘Gav biavêje’
Semsûriyan jî ji hikûmetê re gotin ‘Gav biavêje’
Semsûriyan jî ji hikûmetê re gotin ‘Gav biavêje’
Bi organîzasyona rêxistina BDP'ê ya Semsûrê gelek kes hatin cem hev û xwestin hikûmet di qonaxa duyemîn a çareseriya pirsgirêka Kurd de gav biavêje.
Rêxistina BDP'ê ya Semsûrê di çarçoveya kampanyaya 'Hikûmet gav biavêje' de meşek li dar xist. Gelek welatî ji Çarşiya Engelliyan heta Parka Demokrasiyê meşiyan. Di meşê de dirûşmayên; 'Hikûmet gaz neavêje gav bavêje', 'Jin jiyan azadî', 'Dê qasidê aştiyê azad bibe', 'Zimanê me rûmeta me ye', 'Li ber xwe bide Licê, Semsûr bi te re ye' qîr kirin. Li ser navê girseyê Serokê BDP'ê ya Semsûrê Abuzer Kuçukkelepçe daxuyanî xwend.
Kuçukkelepçe anî ziman ku di pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin de derbasî qonaxa duyemîn bûne û wiha got: "Em li bendê ne piştî gavavêtinên aliyê Kurd hikûmet jî gav biavêje. Di pêvajoya çareseriya demokratîk de daxwaza bingehîn ku hikûmet bîne cih ew e ku Ocalan azad bibe."
Meş, piştî 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê bi dawî bû.