Rêxistina bi navê 'Sektora Rastgir' a bi rojane di rojeva Ûkraynayê de ye, vîdeoyeke ku rêveberiya Kîevê û polîsan hedef digire, weşand. Di dîmenê li ser înternetê hat weşandin de hikûmeta heyî weke 'rejîma dagirker' tê pênasekirin.
Rêxistinê ragihand ku bûyerên di sala 2013'an de destpê kir û bi têkbirina Vîktor Yanûkovîç re bi encam bû, li gorî daxwaza wan bi encam nemûye û got, "Di vir de sûcdarê esasî, rêveberên qenaeta gel hatiye ser destphilatdariyê."
Rêxistina bi navê Sektora Rastgir a weke 'Mûxafazakarên Neteweperest' ên li eniya dijberê Yanûkovîç cih digirin tê naskirin, di mehên dawî de alîkariyeke cidî ji hikûmetê werdigirt. Ji bo tevlî şerê li herêma Donbass a komên Rûs lê serdest in bibe, hikûmetê bi xwe çek dida endamên Sektora Rastgir.
Lê belê encamên rêxistinê di dawiya hefteyê de daketibûn kolanên bajarê Mûkaçeve yê li herêma Karpatan a li rojavayê welêt û êrîşî nuqteyeke polîsan kiribûn. Di êrîşê de, sivîl jî di nav de zêdeyî deh kes birîndar bûbûn, 2 endamên Sektora Rastgir jî hatibûn kuştin. Hikûmeta Kîevê li ser vê yekê neçar mabû yekîneyên leşkerî bişîne herêmê.
Di daxuyaniya rêxistinê de gef hatibû xwarin ku eger 'pêwîstî pê hebe' ew ê yekîneyên li herêma Trasnkarpatan bişîne heta paytext Kîevê. Rêxistinê îdîa kiribû ku li gelemperiya welêt 19 yekîneyên wan ên tabûrê 'di rewşa rawestandinê' de ne.