Schaueble hewl dide 'zexta reforman' li Fransayê bike

Yek ji navê herî girîng ê ku di bin navê 'reforman' de polîtîkayên kêmkirina lêçûnan li ser welatên endamên YE yên di krîza aboriyê de ne ferz dike Wezîrê Maliyeyê yê Elman Wolfgang Schaeuble, gelo niha berê xwe dide Fransayê?

Schaeuble di axaftinax we ya li konferanseke li DYA de got, "Fransa wê kêfxweş be ku yek rabe zorê bide Parlamenta Fransayê ku reformên tund bike."

Wezîrê Elman bal kişand ser welatên di çarçoveya bernameya alîkariyê ya welatên Ewropayê de reforman bicih tîne û îdîa kir ku pêwîstiya Fransayê jî bi reforman heye. Schaeuble îdîa kir ku reformên li Spanyayê di bin çavdêriya troyka Yekîtiya Ewropayê (YE) de tên meşandin 'gelekî serketî ne' û bal kişand ser zehmetiyên li ser biryardayîna Fransayê ji bo reforman.

Schaeuble got, "Franas (Gelê Fransa) wê gelekî kêfxweş bûya ku hinek zorê bide Parlamentê. Lê bele ev zordarî rewşeke, ji ber ku demokrasî heye."

Wezîrê Elman di daxuyaniyeke xwe ya beriya niha de bal kişandibû ser astengiyên li pêşiya reformên li Fransayê. Wezîr anîbû ziman ku hempîşeyên xwe yên Fransayê jê ragihandine ku ji bo pêkanîna reformên di bazara kar de wan raya giştî qanih nekirine.