Saziyên çapemeniya azad: Rojnamevanên dîlgirtî berdin

Saziyên çapemeniya azad: Rojnamevanên dîlgirtî berdin

Doza bi navê 'KCK'ê ku 20 jê girtî 46 rojnamevan lê tên darizandin, wê di 2'ê Kanûnê de dewam bike. Saziyên çapemeniya azad der barê dozê de daxuyaniyek dan û gotin, "Kes nikarin pêşî li dîtin û bihîstan rastiyê bigirin" û banga xwedîderketina li rojnamevanên girtî û şopandina dozê kirin. Ji bo rojnamevanên girtî, di êvara 30'ê Mijdarê de wê li Meydana Galatasarayê rojnamevan li çalakiyê bin.

Rûniştina 8. a doza 'KCK' ku 2 jê girtî 46 rojnamevên çapemeniya azad lê tên darizandin, di 2'ê Kanûnê de wê li Sîlîvrî bê dîtin.

EW WEKE 'DÎL' TÊN RAGIRTIN

Rojnameya Ozgur Gundem, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Azadiya Welat, Modernîteya Demokratîk û Belavkariya Firatê, der barê dozê de daxuyaniyeke hevpar dan. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di operasyona beriya du salan de bi tenê ji ber karên xwe yên çapemenî û rojnamevaniyê bi dehan rojnamevan hatin girtin û hat destnîşankirin ku rojnamevan "dîl" tên girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevalên me yên rojnamevan ev du sal in bi gilînameyeke ku cihê xwe bi ti awayî di nava pîvanên hiqûqa demokratîk de nîne, tên sûcdarkirin û darizandin. Her çend di rûniştinên bihurî de beşek ji hevalên me ji bo 'ne girtî bên darizandin' hatin berdan jî hînê bi dehan hevalên me ji ber 'polîtîkaya dîlgirtinê' ya desthilatdariya AKP û dadgeriya wê, nehatine berdan."

YA TÊ DARIZANDIN KARÊ ROJNAMEVANIYÊ YE

Saziyên çapemeniyê dan xuyakirin ku azadiya ramanê ji bo mirov û civakê mafekî bingehîn ê nebe nabe ye û ji bo doza rojnamevanên bi tenê ji ber rastî nivîsandine tên darizandin, ev banga beşdariyê kirin:

"Di kesayetiya hevalên me yên ji bilî nivîsandina rastiyan ti 'sûcê' wan nîne de, ya tê lêpirsîn û darizandin karê rojnamevaniyê ye. Ji ber vê yekê di serî de hûn hempîşeyên me yên rêzdar em bang li tevahiya raya giştî ya hestiyar dikin ku xwedî li rojnamevanên girtî derkevin, piştgiriyê bidin wan û ji darizandina ramanê azad re şahidiyê bikin."

ROJNAMEVAN DÊ DI 30'Ê MIJDARÊ DE LI GALATASARAYÊ BIN

Di daxuyaniyê de di serî de rojnamevan bang li raya giştî ya hestiyar hat kirin ku 30'ê Mijdarê roja Şemiyê saet di 18:00 de beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Lîseya Galatasarayê bibin. Her wiha bang hat kirin ku beşdarî rûniştinên darizandinê yên 2-6'e Kanûnê bibin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dîtin û bihîstina rastiyê nayê astengkirin" û ji bo têkiliyê ev hejmarên telefonan hat dayîn: 0212 251 86 32 – 0212 253 01 86. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 4'ê Kanûnê roja Çarşemê de wê rûniştin pêk neyê. Hat ragihandin ku ji bo kesên dixwazin beşdarî rûniştina dozê bibin wê servîs jî were kirin û wesayît ji ber rojnameya Ozgur Gundemê rabin.