Şaredariyê ji bo xizmên nexweşan konê fitarê veda

Şaredariyê ji bo xizmên nexweşan konê fitarê veda

Şaredariya Kayapinar a Amedê bi wesîleya Meha Remezanê li baxçeyê Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Herêmê ya Amedê konê fitarê veda. Di konê fitarê de di tevahiya Meha Remezanê de wê ji bo 500 kesan xwarin were çêkirin.

Di roja yekemîn ya konê fitarê de bi sedan nexweş û xizmên wan fitara xwe vekirin. Parlamentera Amedê ya BDP’ê Nursel Aydogan, Hevserokê Bajêr ê BDP’ê  Emîn Yilmaz, Endamê Meclîsa Partiyê yê BDP’ê Înan Kizilkaya, Wekîlê Şaredarê Kayapinarê  Mahmut Dag jî bi gel re fitara xwe vekirin.

Parlamentera BDP’ê Nursel Aydogan ku di xwarina fitarê axivî got ku her dem di Meha Remezanê heman daxwaz kirine û got, “Em dibêjin, bila aştî, biratî û aramî were welatê me. Lê mixabin ev daxwazên bersiva xwe nedîtin. Îsal bi banga Birêz Ocalan li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû destpê kir. Bi pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê re ev 6 meh in şer û mirin çênabin. Em hêvdar in ev pêvajo berdewam bike. Ev pêvajo bersivê bibîne.”

Aydogan di dawiya axaftina xwe de wiha got, “Di vê xizmeta şaredariya me de her kesên ku keda van têde heye em spas dikin.”

Wekîlê Şaredar Mahmut Dag jî got ku ji ber nexweşxane dûrî navenda bajêr e û bi taybet ji bo vê tengasiya xizmên nexweşan bidin derbaskirin biryar dan ku li baxçeyê nexweşxaneyê konê fitarê vekin.