Şaredarê Pilûrê yê CHP'ê derbasî BDP'ê dibe

Şaredarê Pilûrê yê CHP'ê derbasî BDP'ê dibe

Şaredarê navçeya Dêrsim Pilûrê Mûstafa Sarigul da xuyakirin ku wî ji CHP'ê îstifa kiriye û derbasî BDP'ê dibe. CHP Ovacık Belediye Başkanı BDP’ye geçiyor

Şaredarê Pilûrê destnîşan kir ku ev îstifaya wî ya ji nava CHP'ê, nerazîbûnek li helwesta CHP'ê ya di mijarên çareseriya demokratîk û çêkirina destûra bingehîn e. 

Sarigul, di dema Kongreya 2. a BDP'ê ya Dêrsimê de ku Hevserok Selahattîn Demîrtaş jî tevlêbû de, daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku ewê derbasî nava refên BDP'ê bibe. 

Sarigul got, "Helwesta dema dawî ya CHP'ê, bi taybetî jî helwesta li pêvajoya çareseriyê û polîtîkayên wê yên di danûtandinên çêkirina destûra bingehîn de şopand, min û hilbijêrên min bêzar kir, lewma min ji CHP'ê îstifa kir." Sarigul da xuyakirin ku ji bo tevlî refên BDP'ê bibe ew hatiye kongreyê û ewê daxuyaniya pêwîst li kongreyê bike.

Bi tevlêbûna Sarigul li nava refên BDP'ê re, hejmara Şaredariyên di destê BDP'ê de ne, derket 100'î. Hînê gelek Şaredarên BDP'yî jî li girtîgehan tên ragirtin.