‘Santralên nukleerî yên li Swîsre ji bo erdhejê ne amade ne’

Li Swîsreyê mijara santralên nukleerî li hember erdhejê amade ne yan na, dîsa di rojevê de ye. Li gor analîzên sîsmîk ên têkildarî santralan ku rapora nû ya nirxandinan timî tê taloqkirin gumanan zêde dike.

Li gor lêkolînên Mufetîşiya Ewlekariya Nukleerî ya Swîsre (Ensî) ku ev lêkolîn bi raya giştî re nayên parvekirin, gumana santralên nukleerî ev 20 salên dawî li hember erdhejê ne saxlem in zêde dike. Hat diyarkirin ku tevî di rewşeke erdhejê de pirsgirêkên ji ber santralên nukleerî rû bidin tê zanîn jî rapora Ensî tê taloqkirin.

Ev guman bi pêşnûmepirseke li hember Hikûmeta Federal zêdetir bû.

Di pêşnûmepirsa Parlamenter Martina Munz de pirsa, çima encamên lêkolînê û rapor tê taloqkirin nehat bersivandin.

Li Swîsreyê nîqaşên der barê dema erdhejekê di santralên nukleerî de pirsgirên ewlekariyê yên rû bidin hê salên 1990’an destpê kirine. Di analîzên wê demê de hatibû diyarkirin ku santral ne li gor standartên roja me ne.