Şandeyek ji ciwanên ji Başûr hatin serdana KCD'ê

Şandeyek ji ciwanên ji Başûr hatin serdana KCD'ê

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk di serdana şandeya ciwanan a ji Başûrê Kurdistanê de diyar kir, ku ji bo têkûzkirina yekitî û hevkariya navbera Kurdan, roleke girîng dikeve ser milê ciwanan. Tûglûk, pêvajoya çareseriyê weke firsendeke dîrokî bi nav kir û got, "Em weke gel dixwazin bi nasname, bi ziman û bi rûmeta xwe bijîn. Em dixwazin xwe bi rêve bibin. Bi kurtasî em xweseriyê dixwazin."

Şandeya ciwanên ji Başûrê Kurdistanê ya di nav de YNDK û KNK jî hebû, hat serdana Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk. 

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk di axaftina xwe ya di dema serdana şandeya ciwanan de bal kişand ser girîngiya rola ciwanan a di afirandina yekitî û hevkariyê. 

Tûglûk da xuyakirin ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û got, "Sedsala 21'an ji bo Kurdan serdemeke dîrokî ye. Sînorên ne rast ên dewletên mezin di sedsala 21'an de xêz kirin û polîtîkayên wan ên bê xêr, wê ji holê rabin. Li çar parçeyên Kurdistanê bi yekitiya Kurdan wê azadî were. Hewldanên me yên ji niha û pê ve, wê afirandina pêşeroja me ya demokratîk a bi rêya yekitiya netewî be."

Tûglûk ragihand, ku heta pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê çareser nebe, demokrasî nayê parçeyên din ên Kurdistanê û bal kişand ser girîngiya Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê. Tûglûk got, "Kurdan ji ber yekitiya navbera xwe de çê nekirin, berê gelek êş kişandin. Armanca vê konferansa me afirandina yekitiya navbera Kurdan û wergirtina biryarên bi têgihiştina yekitiya netewî ye. Û ev yekitî, wê bi têkoşîna ciwanan çê bibe. Ciwan nûbûne, çalakîbûne." Tûglûk her weha destnîşan kir, ku ji afirandina yekitiyê jî, wê jin pêşengiyê bidin.

Tûglûk da xuyakirin ku li Bakurê Kurdistanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêvajoya çareseriya demokratîk re careke din destê xwe yê aştiyê dirêj kiriye û got, "Birêz Talabanî gotibû; ji bo Ereban Misir çiqas girîng be, ji bo Kurdan jî Kurdistan ewçend girîng e."

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk rewşa li Rojavayê Kurdistanê jî nirxand û got, "Di vê pêvajoyê de yekitiya Kurdan gelekî girîng e. Eger em niha pirsgirêka çar parçeyên Kurdistanê çareser nekin, wê çareserî 50 salên din were paşdexistin. Ji ber vê yekê, divê nêrînên xwe yên siyasî deynin aliyekî û li çar parçeyên Kurdistanê li hev kom bibin û li ser çareseriyê rawestin."

Tûglûk di dawiya axaftina xwe de diyar kir, ku piştî "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" di 15-16'ê Hezîranê de pêk were, ewê lez bidin amadekariyên xwe yên ji bo Konferansa li Başûrê Kurdistanê.

Şandeya ciwanên ji Başûrê Kurdistanê ku wê du rojan li Amedê be, piştî KCD'ê çû serdana Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Amedê.