Şandeya Desteya Bilind li Moskowayê civîna gel pêk anî

Şandeya Desteya Bilind li Moskowayê civîna gel pêk anî

Şandeya desteya bilind ya Rojavayê Kurdistanê ku li ser vexwandina wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hatiye Moskovayê di çerçoveya hevdîtinên xwe de li Kurdistaniyên li Moskowayê dijîn re civînek gel li darxistin. Di civînê de berdevkê Şandeyê Ahmet Silêman li ser kar û xebatên xwe yê Rojavayê Kurdistanê û faliyêtên wan yê siyasî agahî agahî Kurdistaniyan û got: “gelek hêzên navnetewî ji me re dibêjin di vê pêvajoyê de we çi bidestxist dê di pêşerojê de ev deskeftî ji we re bibin qezenç.”

Şandeya desteya bilind ya Rojavayê Kurdistanê ku li ser vexwandina wezîrê karê derve yê Rûsyayê hatiye Moskowayê di çerçoveya planên xwe yê hevdîtinan de do êvarî li Mala Kurda bi Kurdistaniyên ku li Moskowayê dijîn re civînek gel li darxist. Di cîvîna ku saet 19:30’an hat li darxistin de ji bo bîranîna kesên ku jiyana xwe di tekoşîna azadiya gelê Kurd de ji dest dane yek deqe rêz girtinê hat despêkirin. Di civînê de berdevkê şandeya desteya bilind Ahmet Silêman, Endamê şandeyê Sînem Mûhamed, Salih Muslim û Îsmaîl Hemê beşdar bûn. Di civînê de gelek Kurdistaniyên li Moskovayê jiyan dikin amadebûn her wiha rêvebirê hin saziyên Kurda yê Kazakîstanê jî beşdarî civînê bûn.

"ME ÇI BI DEST XIST, EW JI ME RE DIMÎNE"

Berdevkê şandeya desteya bilind Ahmet Silêman di derbarê xebatê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê û tekoşîna gelê Rojavê Kurdistanê Kurdistanî agahdar kir. Silêman di civînê de wiha axifî: “di çerçoveya xebatên xwe yê siyasî û dîplomatîk de em wek desteya bilind bi gelek hêzên navnetewî re rûdinên. Di van hevdîtinan de gelek alî ji me re dibêjin ‘hûn di vê pêvajoyê de ji bo gelê xwe çi bi destbixin ji bo dema pêş dê ew ji we re bimîne’ em jî di feqa vê dene û li gor wê em xwe û gelê xwe dixwazin rêxistin bikin. Bi vê ve girêdayî bêgûman gelek alî jî naxwazin Kurd li heremê bibin xwedî hêz. Ji bo vê çi xirabî ji deste wan tê dikin. Pêwîste em li hemberî her cûreyê listik û komploya hişiyarbin.Di vê pêvajoyê de bêxemî ji me re nayê qebûl kirin.” 

"PARTIYÊN SIYASÎ NÊZÎ HEV IN"

Di berdewamiya axaftina xwe de Silêman bersiv da nerînên hin partiyên siyasî yê di darbarê destaya bilin de û got: “mafê tu partiyan nîne ku bêje desteya bilind gelê Rojavayê Kurdistanê temsîl nake. Gel me qebûl kiriye û em jî ji bo azadiya vî gelê têdikoşin. Partiyên ku wiha dibêjin başiya gelê kurd naxwazin. Ev ziman ne zimanê biratî û aşitiyê ye. Di pêvajoyek wiha girînd de bi nirxandinên wiha pûç dixwazin me lewaz bikin. Lê em nayên van listika bila her kes vê wisa bizanibe.” Di dawiya axaftina xwe de Silêman da diyar kirin ku yekîtiya Kurda dê di qada navnetewî de jî destê Kurda xurt bike. Silêman axaftina xwe wiha bi dawî kir; “ji bo em bikaribin di qada navnetewî de jî bibin hêz pêwîstî bi yekîtiyek xurt heye. Îro gelê Kurd bûye yek deng. Gelek partiyên siyasî jî di jira netew û xwesteka azadiya gelê Kurd de bûne hemfikir. Ger Kurd xwe baştir rêxistin bikin û bizane tevbirerin dê serkeftin ya gelê Kurd be.” 

"KOMÊN ÇETE ZEXTA MISLIMANBÛYÎNÊ LI ÊZIDIYAN DIKIN"

Di civîn de endama desteya bilind Sînem Mûhamed di derbarê pevçûnên di navbera YPG’ê û grûbên çete de derdikeve agahî da Kurdistaniya. Sînem wia axifî; “di Sûriyê de gelek grûbên çete hatine avakirin. Gelek ji van grûban bêserîne. Kî pera bide wan kî dilê wan xweş bike xwe nêzî wan dikin. Grûbên bi vî rengî nikarin daxwaza azadiya gelan bikin. Bi sorkirina hi hêzên derve hin grûbên çete êrîşî Kurda dikin. YPG hêzekî leşkeriye û ev hêz parastina xwe ya rewa dike. Kesên ku êrîşî ser gelê Kurd bike dê YPG bersiv bide wan. Îro li Efrîn, Helep û hin cihê din grûbên çete êrîşa dibin ser gelê me. YPG li van hereman gel diparêze. Her wiha di dema derbasbûyî de li Efrînê grûbên çete diçin gûndê êzîdiyan Qestelcindo û ji wan re dibêjin ‘pêwîste hûn bibin misliman.’ Ev yek nayê qebûlkirin. Em zordariyê bi vî rengî ti carî qebûl nakin YPG jî vê qebûl nake. Herkes pêwîste li gor baweriya xwe ya olî li ser axa xwe bi awayekî aram û azad bijî em ji bo vê xebatê didin meşandin.”

"BÊYÎ KURDAN SURIYEYA NÛ AVA NABE"

Endamê desteya bilind û hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî di civînê de axaftinek kir. Muslim di axaftina xwe de da diyarin ku ger Kurd nebin Sûriye yanê avakirin û got: “ji bo riya diyalogê pirsgirêka Sûriyê bê çareserkirin hewildan hene. Lê hin alî hene ku naxwazin Kurda beşdarî vê bibe, kurda ji derveyî digrin. Lê me nerîna xwe zelal gotiye, ger Kurd nebin Sûriya nû nayê avakirin Sûriya bê Kurd êdî nayê qebûl kirin.” 

"EM BAŞÛRÊ KURDISTANÊ MÎNAK NAGIRIN"

Li ser pirsa “hûn hikûmeta herama Başûrê Kurdistanê ji xwe re mînak digrin an na? Salih Muslim got; xeletiyên ku hatine kirin ji xwe re mînak nagrin û got: “bêgûman hikûmete herema Kurdistanê ji bo Kurda deskeftiyekî başe. Lê li ger me di warê rêxistinkirin û rêvebirina wê de dibe em wek wan nefikirin. Mînak wan sîstema wan federale ya em dixwazin konfederalîzme em dibêjin rêxistin ji gel despêdike û ber bi jor ve tê. Di vê sîstemê de gel deshilate nerîna gel di pêş deye. Ya din jî li gor me di avakirina hikûmeta Başûr de pêwîsbû hin mijar heya niha nemabiyana. Mînak hîn mijara xala 140 neyatiye zelalkirin. Qedera gelek Kurda bi vê xalê ve hatiye girêdan. Dema hikûmet hat damezrandin şert û merc guncawbûn dikarîbûn ev yek taloq nekin lê kirin. Em bi mînakê vî rengî naxazin xeletiyên wan kirine dûbare bikin.”
Li ser xebatê desteya bilind endamê desteyê Îsmaîl Hemê jî agahî dan gel. Hemê wiha axifî; “li Rojavayê Kurdistanê niha xebatên ku em dimeşînin di asta avakirina hikûmetê de ye. Li gor wê em xwe rêxistin dikin û kar dimeşînin. Di nav aloyziya siyasî de xwe bi vî rengî rêxistin kirin girînge em nikarin xwe bidin benda ku çareserî çêbibe.”
Civîn bi pirsê Kurdistaniya û nîqaşa heya derengê şevê berdewam kir. Di civînê de Serokê organizasyona Bergang a Kurdên Kazakîstanê jî amade bû.