Şandeya 6. bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin kir
Şandeya 6. bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin kir
Şandeya 6. bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin kir
Şandeya 6. a BDP'ê ya çû Îmraliyê, çavdêriyên xwe yên hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan , bi rayedarên KCK'ê re pave kirin. Ji ber firînên balafirên keşfê yên li herêmê, hevdîtin bi derengî pêk hat. Rayedarên KCK'ê di hevdîtinê de dan xuyakirin ku ew xwedî li berpirsyariyên xwe derdikevin, lê belê hukûmet li berpirsyariyên xwe xwedî dernakevin û gavên berçav neavêje.
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan ên di şandeya 6. a BDP'ê ya çû Îmraliyê de cih girt, bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin kirin. Şandeya BDP'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, Endamên Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, Sabrî Ok, Ronahî Serhad û Sulbus Perî hatin pêşwazîkirin û li dû hevdîtinê ji Herêmên Parastinê yên Medyayê veqetiyan.
Hat ragihandin, ji ber firînên balafirên keşfê hevdîtin bi derengî pêk hatiye û şandeya BDP'ê di hevdîtinê de nêrînên xwe yên li ser pêvajoyê ji rayedarên KCK'ê re ragihandine. Di hevdîtinê de rayedarên KCK'ê jî dan xuyakirin ku ji bo rêveçûna pêvajoyê ew weke tevger xwedî li berprsiyariyên xwe derdikevin, lê belê hukûmet li berpirsyariyên xwe xwedî dernakeve.
Piştî hevdînê, şandeya BDP'ê ji Herêmên Parastinê yên Medyayê veqetiya.