Şanda KNK’ê li Başûrê Kurdistanê xebatên xwe didomîne

Şanda KNK’ê li Başûrê Kurdistanê xebatên xwe didomîne

Şanda KNK’ê ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê û gelek mijarên din yên têkiliya xwe bi pêşeroja Rojavayê Kurdistanê ve heye, ji bo piştgiriyê ji rêkxistinên siyasî yên Herêma Kurdistanê bigre çû serdana Yeketiya Parlementeran û Tevgera Îslamiya Kurdistanê.

Şanda Kongeraya Netewîya Kurdistanê (KNK) di bin pêşengiya Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç û nûnerên Herêma Kurdistanê Ferhat Dostkî û Xebat Mihemed de hevdîtinên xwe yên bi rêkxistinên siyasî yên Herêma Kurdistanê re domandin. Şanda KNK’ê di çarçoveya serdanên xwe yên rêkxistinên siyasî yên Herêma Kurdistanê de çû serdana Tevgera Îslamiya Kurdistanê û Yeketiya Parlementerên Kurdistanê. Di hevdîtinan de giranî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Kongreya Netewî a Kurd hate sekinandin.

Şanda KNK’ê di demjimêr 10:00’an de çû serdana Tevgera Îslamiya Kurdistanê û ji aliyê Sekreterê Giştî yêTevgera Îslamî a Kurdistan Şêx Îrfan, berdevkê tevgerê Şivan Qeladizî û endamê polîtbûroyê Ehmed Germiyan ve hat pêşwazî kirin. Di hevdîtinê de rewşa Rojavayê Kurdistanê, Konferansa Cenevre-2, berxwedana gelê Rojava, rêveberiya demî a Rojava, deriyê Sêmalka û avakirina şandek ji partiyên siyasî jibo rewşa Rojava ji nêz ve bişopîne hatin nîqaş kirin. Şanda KNK’ê ji Tevgera Îslamiya Kurdisanê xwest kû piştgiriya xwe jibo berxwedana gelê Rojava bide nîşakirin û êrîşên komên çete yên li ser navê îslamê li ser gelê Rojavayê Kurdistanê têne kirin şermezar bike. Herwisa KNK’ê jibo Desteya Bilind a Kurd (DBK) weke nûnerê gelê Rojavayê Kurdistanê beşdarî Konferansa Cenevre-2 û jibo rêveberiya demî a Rojava piştgirî ji aliyê îslamî xwest. Tevgera Îslamî jî keyfxweşiya xwe jibo serdana şanda KNK’ê anî ziman û piştgiriya xwe jibo daxwazên şanda KNK’ê anî ziman.

Piştî hevdîtina KNK’ê û Tevgera Îslamî bi dawî bû, şanda KNK’ê di demjimêr 11:00’an di heman çarçoveyê de çû serdana Yeketiya Parlementerên Kurdistanê ( parlementerên kevin). Şand ji aliyê serokê Yeketiya Parlementeran Nîmet Ebdullah ve hat pêşwazî kirin. Naveroka hevdîtinê piranî li ser Rojavayê Kurdistanê bû û weke ji hemû rêkxistinên siyasî yên Herêma Kurdistanê hate xwestin, piştgirî jibo Rojavayê Kurdistanê, beşdarbûna Desteya Bilind a Kurd jibo Konferansa Cenevre-2, berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê ji Yeketiya Yeketiya Parlementerên Kurdistanê hate xwestin.

Şanda KNK’ê wê di demjimêr 15:30’an de têkildarî mijarê dê biçe serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê.