Şanda Elewiyên li Almanyayê hat Şaredariyê
Şanda Elewiyên li Almanyayê hat Şaredariyê
Şanda Elewiyên li Almanyayê hat Şaredariyê
Şandeyeke 20 kesî ya endamên Federasyona Yekitiya Elewiyên Almanyayê (AABF) hate serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
Serokê 2'yem ê AABF’ê Azîz Aslandemîr û şandeya pê re li Şaredariya Mezin a Amedê ji aliyê Rawêjkarê Şaredar Îlhan Dîken û Sekreterê Giştî Fahrettin Çagdaş ve hatin pêşwazîkirin. Azîz Aslandemîr li ser navê şandeyê axivî û da zanîn ku mebesta wan ew e ku komên baweriyê yên li Tirkiyeyê bi taybetî yên li Amedê li cih de bibînin û destnîşan kirin ku ji berk u Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li bajêr cemxane ava kiriye, ew pir kêfxweş bûne. Rawêjkar Îlhan Dîken jî li ser pêvajoyê bi mêvanan re danûstandina hizrî pêk anî û got ku ew qonaxa pêvajoyê tê de ye pir girîng dinirxînin. Dîken, bal kişand ku a herî girîng ew e ku 90 roj e ne li rojava ne jî li rojhilat ji ber şer û pêkdadanan ti dayikan rondik nerijandiye û weha got, “Tişta divê em pê xweş bin ew e ku tu kes nemiriye û agir bi mala tu kesî neketiye û cenaze bi ser çi xanan de nehatine.”