Salvegera PKK`ê li Efrînê hate pîroz kirin
Salvegera PKK`ê li Efrînê hate pîroz kirin
Salvegera PKK`ê li Efrînê hate pîroz kirin
Li bajarê Efrînê 35. salvegara damezrandina Partiya Karkerên Kuridistanê (PKK) bi şahiyekê hate pîroz kirin.
Bi munasebeta 35. salvegera damezrandina PKK`ê welatiyên Efrînê şahiyek lidar xistin. Şahî bi beşdariya bi sedan welatiyan û tevlîbûna komên hunerî yên herêmê li navenda Çand û Hunerê ya bajêr hate lidar xistin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Şoreş Efrînî û li ser navê Navenda Çand û Hunerê Menan Mistefa axivîn û 35. salvegera damezrandina PKK`ê pîroz kirin. Di şahiyê de her wiha endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ferhad Dêrik axivî. Dêrik diyar kir ku damezrandina PKK`ê ji bo gelê Kurd vejîna pêvajoyeke nû ya têkoşîna azadiyê bû. Dêrik Pêşengên PKK`ê yê destpêkê bibîr anîn û diyar kir ku dîroka PKK`ê bi xwîna şehîdan hatiye nivîsandin.
Şahî bi stran û govendên komên Engîzek, Diyar û Viyan dewam kir. Piştî şahiyê welatiyan meşeke bi mûm û pêtên agir lidar xistin û li kolanên bajêr heta bi meydana Azadî ve meşiyan di meşê de welatiyan siloganên bijî PKK`ê, bijî serok Apo berz kirin. Meşa welatiyan bi govendê bidawî bû.