Salvegera damezrandina PKK'ê tê pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê tê pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê tê pîrozkirin
Di 35'emîn salvegera damezirandina PKK'ê li 6 navendan pîrozbahî hatin lidarxistin. Li Colemêrg, Mêrdîn, Aydin, Şirnex, Gever û Gimgimê bi hezaran welatî kom bûn û salvegera PKK'ê bi şahiyên mezin pîroz kirin.
GEVER
Li Navçeya Geverê bi heman armancê li taxa Yenîya Geverê girseya ku li Parka Solin kom bûn, avakirina PKK'ê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de rêveberên BDP, MEYADER, TUHAD-FED, Dayikên Aştiyê û gelek welatiyên din amade bûn. Girsê alên PKK, Konfederalizmê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Di pîrozbahiyê de sinevizyon hat pêşandan. Pîrozbahiyê heta derengê şevê berdewam kir.
COLEMÊRG
Li li taxên Medrese û Biçerê jî girseyên ku li hev kom bûn avakirina PKK'ê bi govend û şahiyekê pîroz kirin. Girseya ku agir pêxist û li ber muzikê govend gerand, alên PKK, KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin. Girsê di pîrozbahiyê de pankarta "Bi rizgariya demokratîk em jîyana azad ava dikin", "27'ê Mijdarê cejna berxwedanê silav dikin", "PKK gele, gel li vire" ve "Me ciwan dest pêkir emê ciwan bi qadînin" vekirin. Şahî heta derengê şevê berdewam kir.
GIMGIM
Li gundên Qeremêş û Qereko yên navçeya Gimgimê ya Mûşê jî bi heman armancê şahiyên girseyî hatin lidarxistin. Girseyên ku li gundan li hev kom bûn û goverd gerandin avakirina PKK'ê pîroz kirin. Welatiyên gundên Rindalya, Siltaşî, Hacîbeg, Hebîba û rêveberên BDP'ê jî tev li pîrozbahiyan bûn. Koma Çandê ya Mordemê jî tev li şahiyê bû û bi stranên xwe girse coşand. Li gir û lûtkeyên dervê gun bi agir nivîsa "Apo" hat nivîsandin. Komê di pîrozbahiyan de "Çerxa Şoreşê" xwendin û siloganên "Bijî serok Apo", "Bê serok jîyan na be", "Şehît namirin" qerîyan. Şahî bi muzîk û govendê bi dawî bû.
AYDIN
Li Aydinê jî xwendekaran li Zanîngeha Adnan Menderesê (ADU), bi heman armancê bi şahiyekê avakirina PKK'ê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de rêveberên BDP'ê jî te li pîrozbahiyê bûn. Li vir jî heman silogan, dowîz, pankart hatin vekirin.
ŞIRNEX
Li navçeya Hezexê ya Mêrdînê jî şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankarta "35. êmin sersala tevgera azadiyê bi germahiya şoreşa Rojava pîroz be" vekir û govend gerandin. Şahiyê heta derengê şevê berdewam kir.
MÊRDÎN
Li bajaroka Elfan a Navçeya Stewrê ya Mêrdînê jî bi heman armancê bi hezaran welatî li hev kom bûn û pîrozbahî pêk anîn. Di pîrozbahniyê de rêveberên BDP'ê Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz û gelek kesên din jî tev li şahiyê bûn. Li vir jî al, poster û pankat hatin vekirin û daxwazên xwe yên parastina mafê gel hat ziman.
Pîrozbahî bi muzîk û govendê bi dawî bû.