Salek cezayê girtîgehê li hevseroka BDP’a Amedê hate birîn

Salek cezayê girtîgehê li hevseroka BDP’a Amedê hate birîn

Salek cezayê girtîgehê ji ber hinceta Hevseroka BDP’a Amedê heqaret li Waliyê Amedê yê berê kiriye lê hat birîn. Ceza vegerandin 7 hezar û 80 lîreyê Tirakn û ceza paşve xistin.

Biryara doza di derbarê Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrutê ya ku ji ber sedema nirxandinên di navbera wê û Waliyê Amedê yê berê Mustefa Toprak yê di dema şahiya li taxa navçeya Yenîşehîrê a li Kolana Sanatê de lêhatî vekirn li 4. Dadgeha Ceza a Sulh ya diyar bû.

Dadgehê ji ber gotina “Waliyê we mejiyê xwe xwariye çawa şahiyê qedexe dike” salek cezayê girtîgehê li  Zumrutê birî. Dadgehê ceza vegerand 7 hezar û 80 lîreyê pereyê Tirk û di çarçoveya  zagona çavdêriya serbest de 5 salan hat paşve xistin.