Salar: Di nava gelê Kurd de cihê sînoran tineye
Salar: Di nava gelê Kurd de cihê sînoran tineye
Salar: Di nava gelê Kurd de cihê sînoran tineye
Nerazîbûnên li dijî girtin sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêde dibin. Serokê Desteya Mafên Mirovan Parlamenta Başûrê Kurdistanê Mehmûd Salar destnîşan kir ku di nava gelê Kurd de cihê sînoran nîne.
Serokê Desteya Mafên Mirovan a Parlamenta Başûrê Kurdistanê Mehmûd Salar, der heqê girtina sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ji ANF'ê re axivî diyar kir ku nabe sînor bi ser gelê Kurd û penaberên Sûriyê bê girtin.
Salar ragihand ku ew ti sedemê ji bo girtina sînor nabîne û bibîr xist ku li gel koçberiya ji ber şerê li Sûrî her weha gelên sivîl jî ji bo pêdiviyên xwe yên jiyanê derbasî Başûrê Kurdistanê dibin, lewma divê sînor li çûn û hatina sivîlan tavilê bê vekirin.