Sakli yê bedena xwe da ber agir li Bûrsayê hat bîranîn
Sakli yê bedena xwe da ber agir li Bûrsayê hat bîranîn
Sakli yê bedena xwe da ber agir li Bûrsayê hat bîranîn
M. Şerîf Sakli yê par li navçeya Bûrsa Mûdanyayê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li ser gelê Kurd, bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da, li Bûrsayê hat bîranîn.
Bi sedan kesên li avahiya BDP'ê ya navçeya Yildirimê hatin cem hev, bi meşaleyan heta meydana Yavûz Selîm meşiyan û dûre li ber avahiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê xuşka Sakli Kader Sakli ve hat dayîn û hat destnîşankirin ku Sakli li dijî zilma dewletê bedena xwe daye ber agir û xemsariya li hemberî tecrîdê şermezar kiriye.
Kader Sakli diyar kir ku birayê wê Mehmet Şerîf yek ji neferên di rêya Ocalan de dimeşe ye û got, "Mehmet Şerîf, li gel cesaretê, jiyaneke bi rûmet û durust nîşanî me daye."
Li dû daxuyaniya çapemeniyê ya li ber avahiya navçeyê, girseya gel bi meşaleyan meşiya û dawî li çalakiya xwe anî.