Şahiyên li ‘konê çareseriyê’ ê Tetwanê didome

Şahiyên li ‘konê çareseriyê’ ê Tetwanê didome

“Konê Çareseriyê” ê li herêma Engesor a girêdayî Tetwanê biboneya şopandina pêvajoya meşa demokratîk a gêrîlayên HPG’ê hatiye vedan, rawestiyan, guhertina nobetê û cûr be cûr çalakî lê didomin.

Çalakiya “Konê Çareseriyê” ê ji bo şopandina meşa demokratîk ya gêrîlayên HPG’ê li herêma Engesor a girêdayî Tetwana Bedlîsê ji aliyê BDP’ê Bedlîsê ve hatiye avakirin, bi rawestiyan, guhertina nobet û cûr be cûr çalakiyan didome. Nobeta ku ji aliyê BDP’a Guroymak û welatiyan ve tê girtin, BDP’a navçeya Elcewazê dewir girt. Di konê çareseriyê ê li girek nêzî gundê Engesorê hate vedan, agir pêxistin û heya sibehê dîlan gerandin, bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “PKK gele, gel li vire” qîriyan. Di çalakiyê de bi fîşekên hewayî şev ronî kirin.