Şahiya Zozanê Şenê bi coşek mezin bi dawî bû
Şahiya Zozanê Şenê bi coşek mezin bi dawî bû
Şahiya Zozanê Şenê bi coşek mezin bi dawî bû
1'emîn Şahiya Zozanê Şenê ya bi silogana "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" ku li Zazonê Şenê bi coşek mezin pêk hat îro bi dawî bû.
1'emî Şahiya Zozanê Şenê ku bi silogana "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Pasûrê ve hat amadekirin duh bi coşek mezin dest pê kir. Şahiyê duh bi tevlêbûna hezaran kesan dest pê kir. Di şeva ewil de Parlamenterên BDP'ê, Rêveberên BDP'ê, Şaredarên BDP'î, rêveber û nûnerên saziyên sivîl ên civakî ku ji Şirnex, Êlih, Amed, Bedlis, Çewlîk, Stenbol, Bursa, Enqere, Îzmir, Agirî û gelek derdorê din hatin tev li şahiyê bûn. Li qada şahiyê pankarta "Em meşa we ya azadiyê silav dikin", "Şerê siyasî dê li zimanê welatparêzî û axa xwe xwedî derkeve" û "Silav ji qasidê aştiyê re" vekirin. Girseya ku li Zozanê Şenê kom bû bê navber siloganên "Bê Serok jiyan nabe", "PKK gel e, gel li vir e", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" berz kir. Di şahiyê de Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK'ê hatin vekirin. Li girên zozanê Şenê jî bi keviran nivîsa "PKK" û "Apo" hat nivîsandin. Şahiyê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. Şahiyê piştre bi govendê berdewam kir. Bi hezaran kesên ku ji gelek bajar û navçeyên derdorê hatin, heta serê sibê li Zozanê Şenê şahî pêk anîn û govend gerandin. Girsê li qadê ligel poster û alan rengên kesk, sor û zer vekirin û Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egit) û gelek posterên din vekirin. Dîsa wêneyên gerîlayên HPG'ê yên ji yana xwe ji dest dane û alên PKK'ê hatin bilind kirin. Dema koma HPG'ê hat nava girsê coşa girsê mezintir bû. Girsê heta serê sibê bê navber siloganên "Bê Serok jiyan nabe", "Gerilla dimeşe erd û ezman diheje" berz kirin û li gora agirê bilind heta serê sibê govend gerandin. Serê sibê girseya ku li zozan şeva xwe derbas kir derdora xwe dîsa paqij kirin û dawî li şahiya xwe anîn.