Sabrî Ok: PDK dikeve bin tawanbariyeke dîrokî
Sabrî Ok: PDK dikeve bin tawanbariyeke dîrokî
Sabrî Ok: PDK dikeve bin tawanbariyeke dîrokî
"Di warê ehlaqî, siyasî û wicdanî de ne rast e ku mirov ji wan rêxistinên li Serêkaniyê, Efrînê û Kobaniyê êrişî Kurdan kirin re bêjin rêxistinên Kurd. Divê ev rêxistinên mijara gotinê ji Kurdan lêborînê bixwazin." Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok li gel van hişyariyan, ji bo PDK'ê jî got, "Bi girtina deriyê sînor re dikeve nava tawanbariyeke dîrokî."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, şerê li Sûriyê, gotûbêjên li ser modêla Sûriyeke nû, cihê Kurdan ê li nava Sûriyeya nû û şoreşa Rojava ji ANF'ê re nirxand. Ok, der heqê êrişên dawî yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, partiyên Kurd ên bi çeteyan re tevdigerin û helwesta Partiya Demokratî Kurdistan (PDK)'ê de peyamên girîng da.
KURD LI SÛRIYÊ BÛNE HÊZA XWEDÎ VÎN
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bal kişand ser girîngiya Sûriyê ya ji bo siyaseta Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku, eger Sûriye dilê Rojhilata Navîn be, Rojavayê Kurdistanê jî ji bo Sûriyê xwedî heman girîngiyê ye. Ok diyar kir ku, Rojavayê Kurdistanê cografya herî homojen, bêpirsgirêk, bi rêxistin û xwedî vîn e. Ok ragihand ku divê gelê Kurd azadî û pergala xwe ya ava dike, ji tevahiya Sûriyê û Cîhanê re vebêje û got, "Armanca yekane ya gelê Kurd, azadî ye. Dixwaze li gel gel û baweriyên din di nava aştî û biratiyê de bijî. Divê siyaset û dîplomasiya vê rastiya gelê Kurd bê kirin."
Ok da xuyakirin ku, gelê Kurd li Sûriyê veguheriye hêzeke bi vîn û destnîşan kir ku eger li Cenevre û li deverên din li ser pêşeroja Sûriyeya nû be axaftin, divê teqez gelê Kurd û vîna wê di van platforman de cih bigirin. Ok ragihand ku li ser vê bingehê tevlêbûna Konseya Bilind a Kurd li konferansa Cenevreyê mafdar û hewce ye.
KÎJAN HÊZ STATUYA KURDAN QEBÛL BIKE, KURD WÊ XWE NÊZÎ WÊ BIKE
Ok got, "Desteya Bilind bêguman wê azadî, huqûq û statuya Kurdan biparêze. Di civîna Cenevreyê de wê pozîsyona herî rast û xwedî vîn, nîşan bide. Ya rast, di nava Sûriyeya demokratîk de azadiya gelê Kurd e, Kurdistana Xweser û Demokratîk e. Çi mûxalefet, çi rejîm, çi jî hêzên navnetewî. Kîjan rêxistin, vîn û hêz demokrasî, azadî û statuya gelê Kurd qebûl bike, huqûqa Kurdan qebûl bike, Kurd wê xwe nêzî wan bike. Ji ber ku hêza ku bikeve nava nêzîkatiyeke bi vî rengî, ji xwe yekser dibe alîgirê demokratîkbûyîna Sûriyê. Ez di wê baweriyê de me ku Desteya Bilind wê bi vê perspektîfê tevlî civînên li Cenevreyê bibe."
KURDAN DI ŞERT Û MERCÊN ŞOREŞÊ DE DEMOKRASÎ AVA KIRIN
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok anî ziman ku li Rojavayê Kurdistanê Kurd ji heft heta heftê salî rabûn ser piyan û sazîbûneke xwe ya demokratîk a bi civaka rêxistinbûyî ava kirine û destnîşan kir, ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê pergala xwe ya xweseriya demokratîk a xwe dispêre konfederalîzma demokratîk ava kiriye. Ok got, "Kurd xwe li ser bingeha demokratîk birêxistin dikin. Di nava şert û mercên şoreşê de, demokrasiya radîkal didin jiyîn. Li Sûriyê niha projeyeke nû ya jiyana alternatîf derketiye holê. Kurd di vî warî de hêza yekane ye ku ji bo pêşeroja demokratîk a Sûriyê xwedî proje ye. Ji ber vê yekê ye, gelên Sûriyê ji niha ve bi sempatî li şoreşa Kurdan dinêre."
ŞOREŞA LI ROJAVA, DI HEMAN DEMÊ DE ŞOREŞA JINÊ YE
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok ragihand ku misyon, rêxistinbûyîn û têgihiştina azadiyê ya jinê, di şoreşa li Rojavayê Kurdistanê de rola pêşengiyê dileyze û destnîşan kir ku li her qadên jiyanê û rêveberiyê yên pergala Rojavayê Kurdistanê, jin pêşengiyê dikin. Ok got, "Ez ne bawerim ku di ti şoreşê de jin ewçend bi bandor bûye. Yek ji nirxên Rêberê me malî mirovahiyê kiriye jî, nirxandinên wî yên kûr ên li ser îdeolojiya jinê ye."
DÎNAMÎZMA ŞOREŞA ROJAVA CIWAN E
Ok ji bo dînamîzma şoreşa Rojava jî hêza ciwanan destnîşan kir û anî ziman ku ciwanên Kurdistanê yên 18-20 salî îro li welatê xwe ji bo parastina deskevtiyên xwe li dijî hêzên derve xwe birêxistin kirine û bi lehengiyeke mezin a li nava refên YPG'ê, têdikoşin. Ok got, "Bêguman ew dînamîzm, wêrekî, giyana têkoşeriyê û zanyariya civakî ya ciwanan, dibe sedem ku şoreşa Rojava têk neçe. Di vî warî de, rola jin û ciwanan a di şoreşa Rojava de, jiyana azad û demokratîk diafirîne. Giyana azadiyê ya jinan û dînamîzma azadiyê ya ciwanan bûne yek û veguehrîne bingeha şoreşa demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê.
ÊRIŞA LI DIJÎ ŞOREŞA ROJAVA, ÊRIŞA LI DIJÎ AZADIYA GELÊ KURD E
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bal kişand ser helwesta neyînî ya hin rêxistinên Kurd ên li dijî şoreşa Rojava û destnîşan kir ku êrişa li dijî şoreşa Rojava, êrişa li dijî azadiya gelê Kurd e. Ok diyar kir ku divê ti kes û rêxistin li vê şaşitiyê nefirike û qebûl neke. Ok got, "Normal e ku PDK xwedî polîtîka, xwedî nêrînên cûda be. Dibe ku her rêxistin û partiyên Kurdan di her mijarê de weke hev nefikirin. Gelekî normal e ku di mijarên çareseriya pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî de herkes mîna hev nefikirin. Lê belê ti nêrîneke cûda nayê wê wateyê ku vîna li parçeyekî Kurdistanê derketiye holê, nas neke. Ev şaş e. Gelê Rojava îro di nava şerekî giran de ye, di nava têkoşîneke parastina gel de ye. Li gel tinebûna derfetan jî bi lehengî li ber xwe dide. Divê hemû partî û rêxistinên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê bi vê yekê serbilind bin. Ne rast e ku PDK û partiyên pê ve girêdayî, li hemberî vîna gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê bêhurmetiyê bike. Gelê Rojava vê bêhurmetiyê qebûl nake. Yên van polîtîkayan bimeşînin, wê bi xwe wenda bikin."
"RÊXISTINÊN KURD" ÊN ÊRIŞÎ KURDAN DIKE, DIVÊ LÊBORÎNA XWE BIXWAZIN
Ok axaftina xwe ya di vê mijarê de weha dewam kir: "Rêxistineke bi navê Partiya Azad heye. Lîderekî van heye bi navê Salih Bederttîn, ji xwe li Tirkiyê li Enqerê dijî. Mûstafa Cûma jî li Hewlêrê ye. Pişta xwe dide PDK'ê û êrişî şoreşa Rojava dike. Ev rêxistin li gel Artêşa Azad li Serêkaniyê, Efrînê û Kobaniyê li dijî Kurdan şer kiriye. Di warê ehlaqî, wicdanî û siyasî de ne rast e ku mirov ji rêxistineke bi vî rengî re bêjin rêxistineke Kurd e. Bêguman nayê zanîn ka vana ji ku derê hêzê digire û ji bo çi di kesayetiya PYD û YPG'ê de êrişî gelê Kurd dike. Lê di nava hesabên qirêj de ne. Têkiliya wan a bi Tirkiyê re tê zanîn, her weha tê zanîn ji Serê Kaniyê xwe xwedî dikin û bi çek dikin. Rêxistinên bi vî rengî, divê beriya her tiştî destê xwe ji xwîna Kurdan vekişînin, li dijî Kurdan şer nekin û ji Kurdan lêborînê bixwaze. Pêwîste bi ti hêzên li dijî Kurdan şer dikin re nekevin nava têkiliyê. Eger vê helwesta xwe dewam bikin, gelekî normal e ku weke dijmin û xayinan bên îlankirin."
DIVÊ PDK NEKEVE NAVA ŞAŞIYEKE DÎROKÎ
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bang li Partî Demokratî Kurdistan PDK'ê jî kir ku bi têgihiştineke teng nêzî şoreşa Rojava nebe û hêzê bide vê şoreşê. Ok di vî warî de weha peyivî: "Divê derkeve pêşberî şoreşa li Rojava. Pêwîste berjewendiyên gelê Kurd ji ser hertiştî bigirin. Girtina derî şaş e. Di pêvajoyeke ku gelê Rojava li dijî dewletê û çeteyan li ber xwe dide de, girtina derî bi ti awayî mafdar nayê dîtin. Eger hewl dide girtina deriyê sînor, ji bo qebûlkirina hin daxwazên xwe yên siyasî weke şantajê bikar tîne, ev şaş e, şaşiyeke dîrokî ye. PDK dikare hin tiştan rexne bike, hin tiştan bêje, lê ev nayê wê wateyê ku li dijî gel û şoreşa Rojava helwesteke neyînî nîşan bide. Lewma, bi girtina deriyê sînor re PDK şaşiyeke mezin dike, dikeve bin tawambariyeke dîrokî ku nikaribe ji bin rabe. Ji ber ku niha deriyê sînor ê navbera Efrîn û Tirkiyê girtiye, ji aliyê din ve jî mûxalefeta Sûriyê rê girtiye û ji vî alî ve jî eger PDK'ê deriyê Başûr girtî bihêle, wê gelê me vê rewşê binirxîne, ka xizmetî çi dike. Ji ber vê yekê, girtina deriyê sînor û ev helwest şaş e, eger PDK ji vê şaşiyê vegere, wê ji bo wê jî baş be."
ROJAVA, FÎLÎSTÎNA KURDANE
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok herî dawî bal kişand ser girîngiya şoreşa li Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahiya gelê Kurd û destnîşan kir ku Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahiya gelê Kurd û her çar parçeyên Kurdistanê, di rewşa Fîlîstînê de ye. Ok bang li her Kurdekî li çar aliyên cîhanê kir ku li şoreşa li Rojava xwedî derkevin û piştgiriyê bidin.