Sabrî Ok: Êrîşa stratejîk a DAIŞ'ê wê bi têkçûna stratejîk biqede

Sabrî Ok: Êrîşa stratejîk a DAIŞ'ê wê bi têkçûna stratejîk biqede

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok da xuyakirin ku li Kobanê ev 14 roj in şerekî mezin ê vînê tê meşandin û got, "Bi hemû hêza xwe bi ser de diçin, lê nikarin bi pêş ve biçin. Êrîşa stratejîk a DAIŞ'ê wê bi têkçûna stratejîk bi dawî bibe."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku bi desteka çek û lojîstîk a ji çeteyên DAIŞ'ê tê dayîn re tê xwestin, di şexsê Kobanê de vîna demokratîk a Kurdan û xweseriya demokratîk ji holê bê rakirin.

Ok li ser mijarê bersiv da pirsên ANF'ê.

-Êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê ket hefteya duyemîn. Rola AKP'ê ya di êrîşê de çiye?

Beriya niha Cephet El Nûsra, niha jî çeteyên DAIŞ'ê bi konsepteke hevpar êrîşî Rojava û gelê Kobanê dikin. Li pêşberî berxwedana lehengî ya gelê Kobanê wê çeteyên DAIŞ'ê winda bikin. Rola AKP'ê ya di êrîşa li hemberî Kobanê de jî diyar e. Em ji çapemeniyê dişopînin; gelek caran çeteyên Cephet El Nûsra li nexweşxaneyên li Tirkiyeyê, li nexweşxaneyên li Riha û Dîlokê hatin dermankirin. Ji xwe dewleta Tirk Cephet El Nûsra û DAIŞ xwedî kir, mezin kir. Eger desteka Tirkiyeyê nebûya, bi ti awayî nedigihaşt vê hêzê.

Ji deverên cuda yên cîhanê bi hezaran kes, di ser Tirkiyeyê re şandin Sûriyeyê. Tê zanîn ku Tirkiye çek dane van û alîkariya lojîstîk pêşkêşî wan kiriye. DAIŞ û beriya wê Cephet El Nûsra timî di nava êrîşan de bûn. Li hemberî van, gelê Kobanê bi lehengî li ber xwe da û bû xwedî sekneke berxwedêr. Di roja îro de, li gelemperiya Rojhilata Navîn gelê ku li gel bêderfetiyan bi hêza xwe ya cewherî, bi ruhê fedaî li dijî her şêweyên êrîşan li ber xwe didin gelê Rojava ye, Kobanê ye. Şer, berxwedan û êrîşên li Kobanê ji xwe ev du sal in dewam dikin.

ARMANCA ÊRÎŞA LI DIJÎ BAŞÛR DORPÊÇKIRINA ROJAVA BÛ

DAIŞ'ê li dû dagirkirina Mûsilê gelek avantaj bi dest xist. Hema bêje bi qasî dewletekê bû xwedî teknîk û çekan. Ev planek bû. DYA dixwest Sûriye û Iraqê parçe bike û li ser hin hevsengiyan bandora xwe zêdetir bike. Ji xwe Obama bi gotina "Eger me dest li DAIŞ'ê werbida, ev ê bi kêrî Malîkî bihata" ev rastî bilêv kiribû. DAIŞ dema gihaşt vê hêzê, berê xwe da Başûrê Kurdistanê û hat heta cihekî. Lê belê li pêşberî berxwedana gerîla û milîsên Mexmûrê negihaşt armanca xwe. DAIŞ'ê dixwest bi êrîşa li hemberî Şengal û Mexmûrê re û bi dagirkirina van herêman re hem zextê li Başûrê Kurdistanê bike, hem jî derbasî pozîsyoneke dorê li Rojava dipêçe, bibe. Di çarçoveya planek li dijî Rojava de dest bi êrîşê kirin. Ji ber ku li aliyê Sûriyeyê yê Şengalê YPG hebû. Lewma armanceke din a komkujiya Şengalê, dorpêçkirina Rojava bû.

Li Şengalê komkujî kirin, lê li pêşberî gelê me, hêzên YPG/YPJ û berxwedana HPG'ê neçar ma paşve gav biavêjin. Hêzên gerîla nehiştin ew bigihêjin armanca xwe û êrîşên wan şikandin. Xwestin li Şengal, Rebîa, Cezaa û Hesekê êrîş bikin, însiyatîfê bixin destê xwe û Şoreşa Rojava binpê bikin. Hemû çekên bi dest xistin, derbasî aliyê Sûriyeyê kirin. Lê belê piştî ku êrîşên wan ên li vê derê bi derbên giran pûç bûn, berê xwe dan Kobanê. Di şexsê Kobanê de xwestin Şoreşa Rojava qels bikin û vîna wê bişkînin. Di vir de bandor û rêzdariya YPG/YPJ û Şoreşa Rojava ya li cîhanê jî rol lîst. Bi taybetî, dewleta Tirk ji bo xwe xetere dît ku Şoreşa Rojava rewa bibe û li ser vê bingehê mezin bibe. Ji ber vê yekê bi DAIŞ a pê re xwedî têkiliyeke xurt e li hev kir û bi ser Kobanê ve ajot.

LÎSTIYA DÎLGIRTIYAN BÊWATE BÛBÛ, LEWMA QEDANDIN

-Gelo çima DAIŞ ewçend hat xwedîkirin, mezinkirin? Berjewendiya Tirkiyeyê di vê de çi ye?

YPG'ê bi gelek belgeyan aşkera kir ku Tirkiye û DAIŞ di çarçoveya peymanekê de tevdigerin. Cîhan jî vê yekê bi awayekî zelal tîne ziman. Em têkiliya di navbera DYA, welatên Ewropa û DAIŞ'ê de baş dizanin. Bê şik û bê guman DAIŞ li aliYê Tirkiyeyê hat xwedîkirin û mezinkirin. Tirkiye û DAIŞ li Rojhilata Navîn di nava tifaqeke siyasî de ne. Ev tifaq û têkilî piştre di ser Tirkiyeyê re di astekê de weke navgîna şantajê hat bikaranîn. Ji petrola ji bo Tirkiyeyê dihat herikandin heta bazirganiyê û ragirtina dîplomatên Tirk, di gelek mijaran de zext li ser Tirkiyeyê kirin. Dibe ku şantaj kiribûn û gotibin em ê têkiliyên we yên heta niha aşkera bikin. Heta dagirkirina Mûsilê, Tirkiye û DAIŞ hevkarên siyasî bûn.

Di dagirkirina Mûsilê de rola Tirkiyeyê hebû. Ji ber vê yekê Tirkiyeyê xebatkarên konsolosiyê û hêzên taybet bi zanebûn venekişand. Di ser re ev rewş kir wesîleyek ji bo têkiliya bi DAIŞ'ê re. Gelek derdor ji xwe dibêjin ku wezîfedarên konsolosiyê bi zanebûn nehatine vekişandin û ev pozîsyon weke navgîneke manevraya polîtîk a Tirkiyeyê hatiye bikaranîn. Lê belê ji helwesta piştre ya DYA jî tê fêmkirin, dûre hin hevsengî û hesab xera bûne. Yên ku heta dagirkirina Mûsilê berjewendiyên wan li hev dihat, piştî dagirkirina mûsilê hatin pêşberî hev.

LI ŞÛNA YPG'Ê KÎJAN HÊZ HEBÛYA, WÊ TÊK BIÇA

-Di kîjan mijaran de li hev kirin?

Niha baştir tê fêmkirin ku di berdana wezîfedarên konsolosiyê de lihevkirina di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de ya li hemberî Kobanê bi bandor e. Eger ku ev wezîfedarên konsolosiyê di destê DAIŞ’ê bimana ne ji Tirkiyeyê re bi fêde bû ne jî ji DAIŞ’ê re. Lîstika dîlgirtiyan ya ku heta wê rojê lîstin êdî bê wate bibû. Dê ji bo her du aliyan jî bibûya pirsgirêk.  Ger ku DAIŞ’ê dîplomatên Tirk berda, dê Tirkiyeyê aşkera an jî veşarî alîkariya bo DAIŞ’ê berdewam bikira. DAIŞ’ê jî ji vê hêz girt û li sînorê Tirkiyeyê êrîşê Kobanê bikira. Bi vî awayî dê Şoreşa Rojava qels bikira. Li ser vê mijarê di navbera herdu aliyan de lihevkirinek pêk hat û bi daxwazek mezin bi dawî bû.

Tirkiyeyê bi trênan çek û cebilxane da  veguhest Kobanê. DAIŞ’ê ger ku piştgiriya siyasî û lojîstîk a Tirkiyeyê negirtiba dê lidijî şoreşa Rojava li her derê darbe bixwara û dê neketibû nava macerayeke wisa. Em 14’emîn roja berxwedanê de ne. pevçûneke ku di nava şert û mercên newekhev de dimeşeye. Kîjan hêz di şûna YPG-YPJ û gelê Kobanê de ba, niha 14 caran têk çibû.  Her kesî dît ku DAIŞ li Iraq û Başûrê Kurdistanê çawa pêşde çû.  Lê li Kobanê pêşde neçûn.  Bi hemû hêzqa xwe  şer dikin lê encamekê nagirin.  Girtina wan jî ne mumkune. Ji ber ku terza şoreşa Kurdistanê terzeke serkeftinê ye. Şoreşa Kurdistanê jiber ku li her derê xwedî vê karekterê ye, bi ser neket. Ji ber vê jî encama vî şerî dê ne hêza teknîkî be.  Dê terza serkeftinê karekterê berxwedêr ya şoreşa Kurdistanê be.  Ev terza şoreşa Kurdistanê her tim bi ser ketiye. Tu hêz û êrîş li dijî vê terzê bi ser neketiye. Nîşaneya herî şênber ya vê têkoşîna azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê tê meşandinê ye.

YA ENCAMA ŞER DIYAR DIKE BERXWEDANA GEL E

-DAIŞ bi êrîşên xwe çi hedef dike?

Ger ku DAIŞ Kobanê bixîne û li dijî Şoreşa Rojava serkeftinekê qezenc bike û li gorî vê dê li Rojava bi bandor be û Şoreşa Rojava tasfiye bike. DAIŞ’ê niha hemû hêza xwe li Kobanê bicih kiriye û  êrîşa li vir di nokteya mirin û hebûnê de dibîne. DAIŞ li Kobanê darbeyek mezin bixwe dê têk biçe.

Hemû hesabên dewleta tirk, AKP’ê jibo xistina Kobanê ye. ji ber vê jî berxwedana Kobanê berxwedana hemû gelên ku di bin tehdîda DAIŞ’ê de ye. Çete vê dizanin. Ji bo vê jî bi hêzeke mezin êrîş dikin. Heta çeteyên DAIŞ’ê ku darbeyên giran girtin dixwazin vekişin, lê hêza rêveberiyê dibêje ‘vekişîn îxanete’ û êrîşa li dijî Kobanê didomîne.

Gelê Kurd hem bi berxwedana li Kobanê û hem jî bi sekna li Bakurê Kurdistanê, hemû êrîşên DAIŞ û kesên piştgiriyê didin wê vala derxist.  Her çiqas çekên di destê DAIŞ’ê de tank, top, fuze bin jî di berxwedana Kobanê de careke din hat dîtin ku têkoşîna  gel û terza afrîner ya gerîlayan ji çekan bilintire. Çekên di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne di asta ku encama şer diyar bike de ye. şert û mercên şer çi dibin bila bibin  dê biser bikeve.

Ji ber vê yekê rêveberiya tevgera me berxwedana li Kobanê şiband Stalîngrad.  Di duyemîn şerê Cîhanê de li dijî faşîzma Elman, berxwedana ku Stalîngradê nîşan serkeftineke mezin bidestxist.  Qedera şerê duyemî yê cîhanê di vî alî de li vir diyar bû. Berxwedana Kobanê jî di vî alî de wateyeke dîrokî dihundirîne. Di vê nokteyê de xuyaye ku DAIŞ dê encamekê negire. Di rewşa herî neyînî û xerab de dê Kobanê bibe Stalîngrad. DAIŞ dê bifetise.  Kobanê dê bo wan bibe gor.Her rewşê de dê DAIŞ li dijî gelê Kobanê têk biçe.

Ez di 14’emîn roja berxwedana Kobanê de beriya her titşî şervanên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarîbibîrtînim. Ez ji hêzên YPG û YPJ’ê re serkeftinê dixwazim. Ez bi hemû hestên xwe bawerim ku dê DAIŞ wenda bike. Her wiha Kobanê êdî ne tenê Kobanê ye. Kobanê Pirsûs e, Amed e, Botan e, Serhed e û divê Kobanê bibe hemû Kurdistan.

SIBÊ: Piştgiriya ku Tirkiye dide DAIŞ’ê dê bandorê çawa li pêvajoya çareseriyê bike
Hewldanên dewleta tirk ya avakirina herêma tampon
Helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê
Daxuyaniyên dawî yên rayedarên tirk.