Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Sabrî Ok: Dewamiya pêvajoyê bi Rojava ve girêdayî ye

Sabrî Ok: Dewamiya pêvajoyê bi Rojava ve girêdayî ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok destnîşan kir ku heta polîtîkayên dijminane yên Tirkiyeyê li hemberî Rojava dewam bikin, wê pêvajoya nikaribe bimeşe. Ok diyar kir ku êrîşên DAIŞ'ê yên li Rojava jî konsepta hêzên naxwazin hebûn û statuya Kurdan nas bike, ye.

Sabrî Ok ji Ender Ondeş ê ji rojnameya Ozgur Gundemê re axivî û li ser mijarên êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û herêmên din ên Rojaava û pêşeroja pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, nirxandinên girîng kir.

Ok bibîr xist ku şerê li hemberî DAIŞ'ê li Kobanê û xeta di navbera Rojava û Şengalê de zêde bûye û anî ziman ku her çend DAIŞ hedefeke tê dîtine jî haya wan ji pêkhatina konsepteke li dijî Kobanê û Rojava heye. Ok diyar kir ku hêzên azadî û statuya Kurdan naxwazin destekê didin DAIŞ'ê û destnîşan kir ku AKP jî li ser vê bingehê têkiliya xwe bi DAIŞ'ê re heye. Ok da xuyakirin ku êrîşa li hemberî Kobanê li ser daxwaza dewleta Tirk destpê kiriye û got, "Kobanê bi êrîşa herî berfireh a şerê navbera Kurdan û DAIŞ'ê yê sal û nîvekê re rû bi rû ye. Armanca têkbirina Kobanê ye, tinekirina statuya Rojava ye. Ji her kesî bêtir Tirkiye vê dixwaze. Eger rewş ne bi vî rengî be bila Tirkiye daxuyaniyê bide yan jî di pratîkê de nîşan bide ku ne wiha ye. Tirkiye li aliyekî dijminatiya li dijî Rojava bike û hewl bide statuya ku Kurdan bi têkoşînê bi dest xistine ji holê rake, li aliyê din jî rabe bêje di mijara pêvajoyê de vîna min heye, ez biryardar im, wê kes bi vê nexape. Her wiha eger dixwazin pêvajoya ku ji bo me ji xw qediyaye dewam bike, rêyeke vê ji Rojava derbas dibe. Tirkiye neçare êdî vê bizanibe."

Ok diyar kir ku eger polîtîkayên heyî yên dewleta Tirk li hemberî Rojava dewam bike, pêvajoya aştiyê nameşe û got, "Eger dewleta Tirk bi vî rengî dewam bike, wê vê yekê baştir bibîne, her kes wê baştir bibîne. Ji qereqolan jî wêdetir wê rewşeke hîn girîngtir û berfirehtir derkeve holê. Divê dest ji vê helwesta xwe berde; Eger wê dijminatiyê li Kurdan neke, hurmetê nîşanî statuya Rojava bike û eger dixwaze pêvajo bimeşe; pêwîste vê bi awayekî vekirî bîne ziman. Li Bakurê Kurdistanê ji xwe pêvajoyeke nameşe û xetimî heye. Kurdên li Bakur bêstatu ne, vîna wan nayê naskirin; ziman, nasname û azadiya Kurdan tine tên dîtin. Xweseriya demokratîk a ku dixwazin, nayê qebûlkirin. Di ser van hemûyan re eger li Rojava jî ev rewş wê hebe, hingî ev dijminatiya Kurdan e, li her cihî nenaskirina vîn û azadiya Kurdan e. Zêdeyî du hefte ne li Rojava hêzên YPG/YPJ û gelê Kobanê berxwedaneke gelekî xurt û bi rûmet nîşan didin. Ez bi rûmeteke mezin dibêjim û divê her kes jî bizanibe; li şûna gelê Kobanê û hêzên YPG/YPJ'ê hebûya, ne 17 rojan wê di nava pênc rojan de panzdeh caran têk biçûya. Lê belê Kobanê têkneçû û we têk neçe. Tevî mercên ne wekhev jî, tevî desteka dewleta Tirk û hemû hêza DAIŞ'ê jî li ber xwe dide, wê li ber xwe bide û DAIŞ wê bi ser nekeve. Dixwazin Kurdan bi vî rengî her tim di nava şer de rabigirin, wan ji hal bixin. Lê belê dema vê dikin, Kurdan xurtir dikin."

Ok diyar kir ku hêzên li dijî statuya Rojava dema êrîşî Kobanê kirin, li bendê bûn ku di demeke kurt de bajar bikeve û got, "Kesî bawer nedikri ku YPG û YPJ wê ewçend bi demdirêjî li ber xwe bidin. Ji bo PKK'ê jî gelek caran emir diyar kirin. PKK'ê her tim ew matmayî hişt û hat roja îro. Nêrînên bi wî rengî eleqeya xwe ti carî bi rastiyê re nîne. Divê hêza berxwedanê û vîna Kurdan, PKK'ê û gelê Rojava bi vî rengî were zanîn. Em jî zêde xwe mezin nîşan nadin. Em nabêjin li cîhanê em hêza li pêş e. Derdekî me yê bi vî rengî nîne. Lê em dibêjin vîna berxwedêr  gelê Kurd girîng e û li cihê ev vîn hebe, bêyî vê vînê tiştek bicih nayê. Ya divê were kirin, hurmetdayîna li statuya azad û demokratîk a gelê Kurd e ku bi awayekî rewa bi vîna xwe afirandiye. Ji vê zêdetir em tiştekî naxwazin. Xwestina vê yekê jî, tiştekî zêde nîne. Lê belê ji bilî vê jî eger ji Kurdan, ji me tiştekî din were xwestin, em ê vê weke neheqiyê qebûl bikin, em ê red bikin."