Rûsya razemendiyên mezin ên leşkerî dike

Rûsya ku bi welatên rojavayî re di nava krîzê de ye, ji bo nûjenkirina artêşê razemendiyên mezin dike. Hat îdîakirin ku Rûsya wê heta sala 2020'î bi 19 trîlyon Rûble maşîn û alavên leşkerî bikire.

Rûsya ku bi welatên rojavayî re di nava krîzê de ye, ji bo nûjenkirina artêşê razemendiyên mezin dike. Hat îdîakirin ku Rûsya wê heta sala 2020'î bi 19 trîlyon Rûble maşîn û alavên leşkerî bikire.

Li gorî nûçeya rojnameya Komsomolskaya Pavda ku yek ji rojnameyên li welêt gelekî tê firotin, yekîneyên bejahî yên artêşa Rûsyayê wê bi tankên T-14 ên modela nû werin xurtkirin. Tevî bi hezaran van tankên werin çêkirin, artêş dixwaze ji sedî 70 ê hemû maşîn û alavên di destê xwe de nû bike. 

Li gorî nûçeya rojnameyê, tankên T-14 ên bi navê Armata ku 55 ton giran e, wê cara yekemîn di salvegera serketina li dijî Elmanya Nazî de di pîrozbahiyên 9'ê Gulanê de werin nîşandan. Tê plankirin ku heta sala 2020'î bi qasî 2 hezar 300 tankên T-14 werin çêkirin û tê gotin ku berdêla giştî ya vê yekê jî herî kêm 920 mîlyar Rûble (16 mîlyar Euro) ye.

Ev tankên mijara gotinê, tê payîn ku bikevin şûna tankên Rûs ên T-90. Li gorî agahiyan, teknîka tankên T-14 di asta teknîka welatên rojavayî de ye.

Tevî krîza aboriyê û tengezariya bi welatên rojavayî ya ji ber şerê navxweyî yê Ûkraynayê jî, hat îdîakirin ku Rûsyayê ji bo nûjenkirina artêşê 19 trîlyon Rûble (350 mîlar Euro) butçe veqetandiye.