Rûsya li Amerîkaya Latîn razameniyê zêde dike

Di navbera Rûsya û Arjantînê de ji bo hevkariya aborî û enerjiyê gelek peyman hatin îmzekirin.

Di navbera Rûsya û Arjantînê de ji bo hevkariya aborî û enerjiyê gelek peyman hatin îmzekirin.

Di peyamnên ku tê gotin, nêzî 5 mîlyar dolar in, di nav de santrala hîdro-elektrîk û nukleer enerjiyê jî ya wê Rûsya li Arjantînê çêbike heye.

Di navbera du welatan de her wiha, protoleke têkildarî parastinê jî heye.

Di çarçoveya peymanê de wê Rûsya li Arjantînê santrala hîdroelektrîk ava bike. Her wiha şîrketa Nukleer a Rûsya Rosatom, wê li 3 santralên nukleerî yên Atûcha yên li Arjantinê reaktoreke nû ava bike.

Di peymanên  ku bi serdana Serokdewleta Arjantîn Cristina de Kirchner a Moskowayê de hatin îmzekirin, xala ku di bazirganiya navbera her du welatan de pereyên her du welatan bên bikaranîn jî heye.

Hat diyarkirin ku wê ev peyman heta dawiya salê bên temamkirin, her wiha di navbera her du welatan de wê hevkariya leşkerî jî bê destpêkirin.

Serokê Federasyona Rûsya Vladimir Putîn, têkildarî Giravên Malvinas diyar kiribû ku piştgiriyê didin Arjantîn û dixwazin bi Îngîltereyê re yekser hevdîtin pêk bên.

Rûsyaya ji ber pêkanînên Yekîtiya Ewropayê di nav krîzeke aborî de ye, li welatên Amerîkaya Latîn lez da razameniyan.

Arjantîn jî dixwaze razamaniyan li welatê xwe pêş bixe da ku deynên xwe bide.