Rûsya ji bo penaberên Donbassê amadekariyên dayina pasaportê dike

Dûmaya Federasyona Rûsyayê ji bo hemwelatiyên Donetsk û Lûganskê bi hêsanî mafê hemwelatîbûnê û pasaport girtinê bi dest bixe gavê davêje.

Dûmaya Federasyona Rûsyayê ji bo hemwelatiyên Donetsk û Lûganskê bi hêsanî mafê hemwelatîbûnê û pasaport girtinê bi dest bixe gavê davêje. Hemwelatîbûna Federasyona Rûsya a ji bo şêniyên Donbassê ku ji herêmên li Ûkraynayê bi Rûsî tên axaftine, hêsan dibe.

Ji bo nifûsa Rûs a li van herêman dijî bi hêsanî derbasî hemwelatîbûna Rûsyayê bibin, li ser navê avakirina prosedura hiqûqî Parlamenterê Partiya Komunîst ê Rûsya Vadîm Solovyov bi pêşnûmaya daye Dûmayê ve hedef dike ku di destûra bingehîn de guhertin pêk bên. Bi guhertina qanûnî ve eger xwe avêtibin Federasyona Rûsyayê an jî li herêmên Donbassê bi cih bibin jî yên pasaportên xwe yên Ûkrayna winda kirin an jî dixwazin nû bikin wê bikaribin pasaporta Rûsya bigirin.

Komarên Gel ên Donestk û Lûgansk ê li başûrrojhilatê Ûkraynayê cih digirin beriya niha yek alî serxwebûn îlan kiribûn û beşek mezin a hêzên Ûkraynayê ji axa xwe derxistibûn. Rûsya bi vê pêngavê ve wê bibe xwedî potansiyela ku bandora Ûkrayna ya li vê herêmê bi dawî bike. Federasyona Rûsyayê bi vê ve di qada navneteweyî de wê êdî bibe xwedî hinceta yekser destwerdana leşkerî.