Rustem Cûdî û hevalên wî hatin bîranîn
Rustem Cûdî û hevalên wî hatin bîranîn
Rustem Cûdî û hevalên wî hatin bîranîn
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Rustem Cûdî, endamê Meclîsa HPG'ê Elîşêr Koçgirî, endama Meclîsa PKK'ê Çîçek Gabar û endama Meclîsa YJA STAR'ê Rozerîn Pîran ên di 28'ê Îlona 2011'an de ji ber êrîşa balafirên şer ên Tirk li gel 7 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan, li Xakurkê cihê lê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Li Goristana Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a li Xakurkê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê merasîmek hat lidarxistin û endamên Komîteya Zanistî û Ronakbîriyê ya KCK'ê, fermandarên HPG û YJA STAR'ê û gelek gerîla beşdar bûn.
Ji fermandarên HPG'ê Tevfîk Hişyar li merasîmê axivî û diyar kir ku dewleta Tirk di sala 2010'an de li hemberî tevgera Kurd dest bi pêleke nû ya êrîşa tinekirinê kiriye û Hêzên Parastina Gel jî di sala 2011'an de bi "Şerê Gel ê Şoreşgerî" bersiva vê dane.
Hişyar da xuyakirin ku fermandarên gerîla Rustem, Elîşêr, Çîçek û Rozerîn ên di êrîşa hewayî ya 28'ê Îlona 2011'an de li Xakurkê jiyana xwe ji dest dan, ji vî şerê pêngava şoreşgerî re pêşengî kirine û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Nêrînên şehîdên me îro roj bi roj mezin dibin, bilind dibin. Îro li Rojava, li Bakur têkoşîneke mezin tê meşandin. Mîna ku Rustem Cûdî ji bo azadiyê digot, 'êrîş çiqasî mezin dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin.' Em ê bi bîranîna tevahiya şehîdên xwe, bi taybetî jî fermandar û hevalên xwe yên li Xakurkê şehîd ketin, dilsoz bin."
Li dû merasîmê gerîlayan gora gerîlaya jin Gulnaz Karataş a di sala 1992'an de ji bo dîl neyê girtin xwe ji zinaran avêt û gorên gerîlayên din ziyaret kirin.


