Rûniştina doza rojnamegeran dest pê kir

Rûniştina doza rojnamegeran dest pê kir

5. rûniştina doza rojnamegeran a 24 jê girtî 46 kesan dest pê kir. Di rûniştinê de Rojnameger Mazlum Ozdemîr parastin kir û wiha got: "Ev doz darizandina çapemeniya azad a kurd e. Bi vê yekê re darizandina azadiya raman, hiş û çapemeniyê ye."

5. rûniştina doza rojnamegeran a 24 jê girtî 46 rojnamegeran li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li Sîlîvriyê dest pê kir. 24 rojnamegerên girtî bi temamî û 9 rojnamegerên bêyî girtî tên darizandin tevlî rûniştinê bûn. Parêzerên rojnamegeran, 2 wergêrên kurdî, Alîkara Hevserokên Giştî yên BDP'ê Fîlîz Koçalî û gelek kesên din tevlî rûniştinê bûn.

Di destpêka rûniştinê de heyeta dadgehê tesbîta nasnameya rojnamegerên bêyî girtî tên darizandin kir. Pişt re tesbîta nasnameya Cihat Albay û Hamza Surmelî yên tevlî rûniştina borî nebûyîn kir. Piştî tesbîta nasnameyan Serokê Heyeta Dadgehê Alî Alçik, diyar kir ku di rûniştina borî de ji ber ku 10 deqeyên parastina Nurettîn Firat ji ber şaştiya pergala dîmen û tomara deng nehatin qeydkirin û ji ber vê yekê dikare careke din parastinê bike. Li ser vê yekê Rojnameger Nurettîn Firat got parastina wî kir têrê dike û pêwîstî bi dubarekirinê nîn e.

Di rûniştinê de ewil Rojnameger Mazlum Ozdemîr dest bi parastinê kir û diyar kir ku ew tevlî parastina hevpar a ji aliyê Rojnameger Ertuş Bozkurt ve kir dibe. Ozdemîr di parastina xwe de diyar kir ku li vir çapemeniya azad a kurd tê darizandin û ligel vê yekê azadiya çapemeniyê û raman jî tê darizandin û wiha got: "Di tevahiya îdîanameyhê de çapemeniya azad a kurd hatiye krîmînalîzekirin. Ji bo vê yekê jî hiqûq hatiye binpêkirin. Di îdîanameyê de hembûna kurdan jî sûc hatiye hesibandin. Li gorî dozgeriyê kurd çavkaniya sûc in."

Rûniştin bi parastina Ozdemîr berdewam dike.