Rûniştina doza komkujiya Girtîgeha Amedê hate dîtin
Rûniştina doza komkujiya Girtîgeha Amedê hate dîtin
Rûniştina doza komkujiya Girtîgeha Amedê hate dîtin
Rûniştina doza komkujiya Girtîgeha Amedê ya 10 girtiyan jiyana xwe ji dest da li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin û rûniştin hate taloqkirin.
Rûniştina doza têkildarî êrîşa di sala 1996'an li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pêk hat û 10 girtiyan jiyana xwe ji dest da li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Di rûniştina doza 62 kesan a hate xirakirin de tu kesên tên darizandin tevlî nebûn û parêzerên wan tevlî rûniştinê bûn. Di rûniştinê de Prz. Mesut Beştaş diyar kir ku sûcê 62 bersûcan sabît e û divê bên cezakirin. Parêzerê bersûcan Hakki Kurtuluş jî diyar kir ku bûyerên li girtîgehê derketin ji bo îsyanê bitepisînin pêk hat û wiha got: "Ji bo dest jî îsyanê berbidin hişyarî kirin. Li vir tu pêkanînên dijzagonî nehatine kirin."
Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê navber da rûniştinê. Piştî navberê heyeta dadgehê ji bo dosyayê lêkolîn bike rûnşitin taloq kir.