Rûniştina doza 'KCK'ê' ya Stenbol dewam dike

Rûniştina doza 'KCK'ê' ya Stenbol dewam dike

Rûniştina doza sereke ya "KCK'ê" ya Stenbolê bi parastinan berdewam dike.

Rûniştina doza sereke ya "KCK'ê" ya Stenbolê ya jê 111 kes girtî ya 205 siyasetmedarên kurd li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li Sîlîvriyê berdewam dike. Di rûniştinê de 109 girtî û 3 kesên bêyî girtî tên darizandin tevlî amade bûn. Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen jî tevlî rûniştinê bû. Piştî tesbîta nasnameyan Îsmaîl Adanmiş parastin kir û diyar kir ku bi operasyonên "KCK'ê" nêçîra kurdan dan destpêkirin. Adanmiş, anî ziman ku berê partiyên kurdan dihatin girtin û wiha got: "Piştî girtina partiyên kurdan endam û dostên kurdan zêde bûn. Dewletê ev yek dîtin û fêmkirin ku girtin çare nîn e. Ji ber vê yekê li şuna girtina partiyan xebatkaran bigirin û bavêjin girtîgehan."

Rûniştin bi parastina Adanmiş dewam dike.