Rozeta BDP'ê bi Şaredarê Pilûrê yê CHP'yî ve hat kirin

Rozeta BDP'ê bi Şaredarê Pilûrê yê CHP'yî ve hat kirin

Şaredarê navçeya Dêrsim Pilûrê Mûstafa Sarigul ê CHP'yî ji partiya xwe îstifa kir û îro derbasî BDP'ê bû. Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, rozeta BDP'ê bi Sarigul ve kir.

Şaredarê Pilûrê yê CHP'yî Mûstafa Sarigul, ji ber polîtîka û helwesta CHP'ê ya di pêvajoya çareseriya demokratîk û destûra bingehîn de nîşan da, îstifa kir.

Sarigul, di dema Kongreya 2. a BDP'ê ya Dêrsimê de ku Hevserok Selahattîn Demîrtaş jî tevlêbû de, daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku ewê derbasî nava refên BDP'ê bibe. 

Sarigul got, "Helwesta dema dawî ya CHP'ê, bi taybetî jî helwesta li pêvajoya çareseriyê û polîtîkayên wê yên di danûtandinên çêkirina destûra bingehîn de şopand, min û hilbijêrên min bêzar kir, lewma min ji CHP'ê îstifa kir." Sarigul da xuyakirin ku ji bo tevlî refên BDP'ê bibe ew hatiye kongreyê û ewê daxuyaniya pêwîst li kongreyê bike.

Hunermend Ferhat Tûnç di hesabê xwe yê Twîtterê de got, "Şaredarê Pilûrê yê CHP'yî Mûstafa Sarigul derbasî BDP'ê bû û rozeta wî ji, birêz Selahattîn Demîrtaş pê ve kir."

HEJMARA ŞAREDARIYÊN BDP'Ê DERKET 101'Ê

Bi tevlêbûna Sarigul re hejmara Şaredariyên BDP'yî derket 101'ê. Di 29'ê Nîsanê de jî Şaredarê CHP'yî yê navçeya Riha Xelfetiyê Mahmût Ozdemîr derbasî BDP'ê bûbû. Partiya legal a Kurd, li gel kampanya neheqe a hilbijartinê, zext û zordariyan jî di hilbijartinên herêmî yên sala 2009'an de mora xwe avêtibû binê serketineke nû û hejmara Şaredariyên xwe derxistibû 99'an. Lê belê hînê gelek Şaredarên BDP'yî di girtîgehan de tên ragirtin.