Rojavayiyên ‘dîwarê şermê’ protesto kirin, hatin gulebarandin

Rojavayiyên ‘dîwarê şermê’ protesto kirin, hatin gulebarandin

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê ku li dijî “Dîwarê şermê” çalakî lidar xist û beşek ji textên ji bo çêkirina dîwar hatibû danîn rakirin, ji aliyê leşkerên tirk vehatin gulebarandin. Di gulebaranê de welatiyek birîndar bû. Şêniyên Dirbêsiyê diherikin ser sînor.

Hikûmeta Tirkiyê ku demek beriya niha di navbera Bakur û Rojava de dest bi çêkirina “Dîwarê şermê” kir, li ser nerazîbûnên gelê Kurd û çalakiya rojiya mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku 9 rojan dom kiribû, ev hewldana xwe rawestandibû. Lê tevî ku rayedaran gotibû ku çêkirina dîwar hatiye rawestandin jî ev çend rojin li ser sînorê Dirbêsiyê çêkirina dîwar didome.

Piştî ku hate zanîn li ser sînor dîwar tê çêkirin, şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê meşiyan ser sînor. Welatiyan li vir texteyên ku ji bo çêkirina dîwar têne bikaranîn ji cihê wan hilanîn û nerazîbûna xwe nîşan dan. Li ser vê yekê leşkerên tirk gule berdan hewa û bombeyên gazê avêtin welatiyan. Di encama êrîşa leşkeran de welatiyen bi guleyê ji linge xwe birîndar bû.

Hemwelatiyên Rojavayî "dîwarê şermê" ya tê xwestin li ser xeta Dirbêsiya binxet û Serxetê ya Deriyê Sînor a Dirbêsiyê tê lêkirin şermezar kirin hatin dora sînor. Leşkerên tirk gule reşand ser hemwelatiyên Rojavayî. Li gor agahiyên pêşî, di encama gulebaranê de hemwelatiyê Rojavayî yê bi navê Suêt Mihemed Elî Sadik birîndar bû. Piştî gulebarandinê de gelek wesayîtên bi zirh sewqê heremê hatin kirin, rawestandina hemwelatiyên Rojavayî ku bertekê nîşanê bûyerê dan, berdewam dike. 

Li aliyê din, gengeşiya di deriyê sînor de berdewam dike de leşkerên destûr nadin biçin heremê, li seranserê sînor dorpêç kirine. Li ser agahiya bûyerê, Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Qoserê ber bi Deriyê Sînor ve kete rê. 

Welatiyan jî bombeyên gazê dîsa li leşkeran vegerandin.

Piştî êrîşa leşkerên tirk hejmara welatiyan a li ser sînor zêde bû. Çav li rê ye ku çalakiya şermezarkirinê bê lidarxistin. Aloziya li herêmê didome.