Roja yekem ya Konferansa ‘Çareserî û Yeketiyê’ bidawî bû
Roja yekem ya Konferansa ‘Çareserî û Yeketiyê’ bidawî bû
Roja yekem ya Konferansa ‘Çareserî û Yeketiyê’ bidawî bû
Roja yekem ya “Konferansa Çareserî û Yeketiya Bakûrê Kurdistanê bidawî bû.
Roja yekem ya “Konferansa Çareserî û Yeketiya Bakûrê Kurdistanê” ku Hevserokê KCD Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahedîn Demîrta, serok û nûnerên partiyên sivîl, pêşengên civakê, nûnerên baweriyan û ûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl tevlî bûn, di bin navê mijarên “nirxandina pêvajoya siyasî”, “endamê komîteya amadekar, axaftinên serokên giştî yên pêkhateyên siyasî” û bi moderatortiya Mehemed Akar û Ferîde Laçîn “Li Kurdistanê statû û çareseriya makezagonî” bidawî bû. Piştî wê endamên delegasyonê bikomî xwarin xwarin. Li gel konferansa ku bi pêşkêşî û pêşniyaran nîqaşa dom kir, nîqaşên li ser yekgirtin, bi hev re bûn û pêkanîna piştevaniya Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê, xalên tekoşîna hevpar hatin birêve birin.
PEYAMÊN PIŞTGIRIYA PÊVAJOYA OCALAN DAYÎ DESTPÊKIRIN HATIN DAYÎN
Weke din di konferansê de li gel xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyamên xwedî derketin û piştevaniya bi pêvajoya li ser banga Ocalan hatî destpêkirin hatin dayîn. Di rasteka pêşniyar û nirxandinên li ser berjewendiyên netewî yên Kurdan û di xala çareserkirina pirsgirêka Kurd de bi tekoşîna demokratîk rizgarî û çareserkirina pirsgirêkê, hatin kirin. Konferans dê sibe di demjimêr 09:00’an de bi moderatoriya Erol Dora û Seher Akçinar li ser mijarên “Li Bakûrê Kurdistanê pirsgirêkên civakî û lêgerîna çareseriyê”. Piştî wan bi moderatoriya Abdullah Akengîn û Feleknas Uca dê bi mijarên “Li Bakûrê Kurdistanê yeketiya netewî û helwesta hevpar” dê konferans berdewam bike, herî dawî jî dê biryar û encam bê nîqaş kirin.
Çav lê ye piştî nîqaşan encamname bê dayîn.