Roboskiyan: Êdî bes e
Roboskiyan: Êdî bes e
Roboskiyan: Êdî bes e
Malbatên Roboskî bertek nîşanî biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya têkildarî komkujiya Roboskiyê ya bêpeywirê dan û diyar kirin ku ev biryar dê di wijdana civakê de mehkum bibe û dê serî li DMME'yê bidin. Roboskiyan wiha got: "Ev biryar dê di wijdana hemû kesên dibêjin ez mirov im de mehkum bibe. Em weke malbatên Roboskî vê biryarê nasnakin. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. 18 meh mehin em bi vê êşê û bi vê bêhiqûqiyê dijîn. Êdî bes e."
Malbatên Roboskî biryara Serdozgerê Komarê yê Amedê ya derbarê dosyaya komkujiya Roboskiyê ya bêşopandinê şermezar kirin. Li ser navê malbatan Ferhat Encu ji DÎHA'yê re axivî û diyar kir ku biryar dê di wijdana civakê de mehkum bibe. Encu, anî ziman ku biryar li dijî hiqûq, edalet û mirovahiyê ye. Encu, da zanîn ku di pêvajoyekî wisa de ev biryar hate girtin tê wateya sabotekirina pêvajoyê. Encu, da zanîn ku li aliyekî behsa aştiyê û bi komkujiyan re rû bi rû bên dikin li aliyê din biryarên wisa digirin û wiha got: "Divê êdî hikûmeta AKP'ê li gorî rihê pêvajoyê tev bigere. Heke dê pêvajoya pevçûnan dîsa dest pê bike. Divê vê yekê li ber çavan bigirin. Divê hikûmeta AKP'ê û serokwezîr bi komkujiya Roboksiyê rû bi rû bên û hesabê bidin. Hikûmeta AKP'ê berê ji bo leşkerên hewildana darbeyê kirin û hinek hiqûqnas di dadgehên sivîl bên darizandin digot. Lê Serokwezîr ji bo kesên li Roboskiyê ligel sîvîl in hatin qetilkirin dixwast ji aliyê dozgeriya leşkerî ve lêpirsîna wê bêkirin. Hikûmetekî ewqas alîgir dê çawa gavên samîmî avêje."
Encu, da zanîn ku dema mijar dibe kurd wijdan tên girtin û biryarên wisa tên dayîn û wiha got: "Ev biryar dê di wijdana hemû kesên dibêjin me mirov in mehkum bibe. Em malbatên Roboskî vê biryarê nasnakin. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Em li vir bang li hemû kesî dikin ku li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin û wijdana xwe ji vê bêdadiyê re negirin. Em 18 mehin bi van êşan û bêhiqûqiyan dijîn. Êdî bes e." Encu, bilêv kir ku tu hêviya wan ji pergala dadê ya Tirkiyeyê tuneye û wiha axivî: "Em dê heta dawiyê mafên xwe yên hiqûqî bikar bînin û li hemberî bêhiqûqî û dadê berxwedana xwe bidomînin. Bila hemû kes piştgiriyê bide vê têkoşîna me. Ji bo ku tu Roboskiyên din çênebin."
Dayîka Serhat Encu Halîme Encu jî bertek nîşanî biryarê da û wiha got: "Ya pêk hat hemû kes dizane komkujiyek e. Dixwazin vê komkujiyê veşêrin. Êdî baweriya me bi edaleta dewletê nayê û em dê mafê xwe li DMME'yê bigerin."