Rîccîardone: Ji bo aştiyê min di her kesî de daxwaz û îradeyeke mezin dît

Rîccîardone: Ji bo aştiyê min di her kesî de daxwaz û îradeyeke mezin dît

Sefîrê DYA yê Enqereyê Francîs Rîccîardone, di çarçoveya gera xwe ya li bajarên Kurdan de ku hat Amedê çavderiyên xwe bi rojnamevanan re parve kir. Rîccîardone destnîşan kir ku  ji bo aştiyê di her kesî de daxwaz û îradeyeke mezin dîtiye û lewma ew bi xwe jî pirr bi hêvî ne.

Rîccîardone da xuyakirin ku ew bawer in di rojên pêş de wê aştî hîn zêdetir rehên xwe berde erdê û wiha got, "Bêguman di van rojan de Amed hîn zêdetir pêş ketî ye, ji bo turîst û karsazan cihekî baş e. Niha pirr aram e. Înşallah di hefte û mehên pêşiya me de wê aştî hîn zêdetir rehên xwe berde erdê. Ji bo aştiyê min di her kesî de daxwaz û hêviyeke mezin dît. Her kes û em jî pirr bi hêvî ne.”

Rîccîardoneyê ku serê sibê Waliyê Amêdê Cahît Kiraç ziyaret kir, piştî hevdîtina xwe ya bi karsazan re cihên dîrokî yên Amedê Dêra  Keldanî û Dêra Ermeniyan a Surp Gragos ziyaret kir.

Rîccîardoneyê ku gera xwe ya du rojan temam kir bi heyeta pêre wê derbasî Dîlokê bibe.